%90 Kurdên Êzidiyên Rojavayê Kurdistanê koçber bûne

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê, ji 74 gundan û ji koma nêzîkî 80 hezar Kurdên Êzdî, derdora %90ê wan koçber û penaber bûne.

Di raporeke hevbeş de, herdu saziyên Hevdestî û Sûriyên ji bo Rastî û Dadmendiyê, amarên derbarê rewşa Kurdên Êzdî li Rojavayê Kurdistanê û binpê kirinên ku li dijî wan hatine kirin, belav kirine.

Gundê Kîmarê yê herêma Efrînê warê hejmareke mezin ji Kurdên Êzdî bûye. Mal hîn li cihê xwe ne, lê piraniya nişteciyan êdî ne Kurd in, ne jî Êzidî ne. Ev gund nimûneyeke ji valakirina herêma Efrînê, û herêmên din ên Rojavayê Kurdistanê ji Kurdên Êzdî.

Di raporekê de ku ji aliyê herdu saziyên Hevdestî û ku navenda wê li bajarê Qamişlo ye, û Rêxistina Sûriyên ji bo Rastî û Dadmendiyê ku navenda wê li bajarê Strasbûrug ê Fransî ye, amarên hûr derbarê rewşa Kurdên Êzdî li Rojavayê Kurdistanê û binpêkirinên ku li dijî wan hatine kirin hatine belavkirin.

Li gor rapora hevbeş; 74 gund Kurdên Êzdî li Rojava hene, li Efrîn, Heseke, Serê Kaniyê, Amûdê û Tirbespiyê ne, 50-80 Hezar hejmara Kurdên Êzdî bûye, 90% ji Kurdên Êzdî koçber û penaber bûne.

Kordînatorê Saziya Hevdestî Orhan Kemal ku bi xwe xelkê Serê Kaniyê ye û ji neçarî kiçberî Qamişlo bûye, ji Rûdawê re got, di raporê de binpêkirinên çend serdeman li dijî Kurdên Êzdî hatine belgekirin.

Kordînatorê Saziya Hevdestî Orhan Kemal got: “ Di dîrokê de gelek zilm li Kurdên Êzidî bûye û di serdema rejîma Sûriyê de jî ti mafên wan ên destûrî nebû. Piştî dagirkirina Efrîn û Serê Kaniyê ji aliyê Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê ve gelek tehdayî wî wan hat kirin û gelek cihên wan ên pîroz hatin wêrankirin. Herwiha gelek kes ji wan hatin girtin û kuştin û gelek gundên wan jî hatin talankirin. Ji wanhat xwestin ku bi zorê bibin misilman.”

Rêveberê Rêxistina Sûriyên ji bo Rastî û Dadmendiyê Besam Ehmed ji Rûdawê re armancên amadekirina vê raporê diyar kirin.

Rêveberê Sûriyên ji bo Rastî û Dadmendiyê Besam Ehmed jî got: “Armanca sereke ya raporê zelalkirina rewşê li sersiya gefên Tirkiyê û binpêkirinên ku li dijî Êzdiyan hatine kirin. Li ser asta siyasî, raporê daxwaz kiriye ku peykerê komîteya destûrî bê guhertin û Êzdî bên tevlîkirin û di danûstandinên siyasî de bên beşdarkirin. Di dawiyê rapor pêşandî hejmarek pispor û şarezayên Êzdî hatiye kirin da ku encam jê bên girtin û pêşinyar bên dayin ji bo aliyên pêwendîdar wekî Yekîtiya Ewropa û Welatên xwedî rol di dosyeya Sûriyê de û Neteweyên Yekbûyî û Encûmena Asayişa Navdewletî."

Ji bilî valakirina herêmên Kurdî yên ku ji aliyê Tirkiyê û opozisyona Sûriyê ve hatine dagîrkirin, mezargehên Kurdên Êzdî jî hatine hilweşandin. Herwiha goristanên çend gundên Kurdên Êzdî jî hatine têkdan.