Vahap Coşkun: Pêvajoya çareseriyê bi Sûriyeyê ve girêdayî ye
Hewlêr (Rûdaw) - Mamosteyê Zanîngeha Dîcleyê Doç. Dr. Vahap Coşkun da zanîn ku paşeroja pêvajoya çareseriyê rasterast bi rewşa Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê ve girêdayî ye.
Piştî daxuyaniyên Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê MHPyê Devlet Bahçelî, li Tirkiyeyê careke din gotûbêjên li ser “pêvajoya çareseriyê” dest pê kir.
“Eger HSD û Tirkiye li hev nekin…”
Doç. Dr. Vahap Coşkun derbarê mijarê ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku ev pêvajo bi awayekî bingehîn bi rewşa Sûriyeyê ve girêdayî ye û got:
“Heta ku Tirkiye û HSD li Sûriyeyê li ser qadeke hevpar li hev nekin, dê ev pêvajo li Tirkiyeyê jî bi hêsanî bi pêş nekeve.
Bi rastî vê pêvayêjo bi Sûriyeyê ve girêdayî dest pê kir. Ez bawer im ku qedera wê jî bi Sûriyeyê ve girêdayî ye.
Eger Tirkiye û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di qada Sûriyeyê de bigihîjin mutabaqatekê, ev pêvajo dê li vir hîn zûtir bimeşe.
Lê eger ew li wir li hev nekin, dê li Tirkiyeyê jî ji bo meşandina pêvajoyê astengiyên mezin derkevin holê.”
“Du daxwazên Tirkiyeyê hene”
Vahap Coşkun amaje bi daxwazên Tirkiyeyê yên ji HSDyê kir û wiha li pey çû:
“Ew daxuyaniyên rayedarên Tirkiyeyê nîşan didin ku ew dixwazin zextê li HSDyê bikin da ku ew nêzîkî Şamê bibe.
Du daxwazên Tirkiyeyê hene: Ya yekem, divê pergala îdarî ya li wir navendî be û bi Şamê ve girêdayî be. Ya duyem jî, divê HSD xwe fesix bike û tevlî artêşa Sûriyeyê bibe.”
“Şam ne xwedî wê hêzê ye”
Coşkun da zanîn ku pêkanîna van daxwazan ne realîstîk e û xwe li axaftinê berda:
“Dema em li rastiya Sûriyeyê dinêrin, em dibînin ku Şam ne xwedî wê hêzê ye ku li seranserê welêt birêvebiriyeke tam pêk bîne.
Me ev yek li Laziqiye, li Siwêdayê dît. Ne Şam xwedî hêzeke wisa ye, ne jî HSD dê qebûl bike ku hem rêveberiya xwe û hem jî hêza xwe ya leşkerî teslîm bike.”
“Divê Tirkiye siyaseta xwe biguherîne”
Coşkun diyar kir ku siyaseta Tirkiyeyê ya li ser bingeha gefan berdewam nake û divê Enqere bi Kurdên Sûriyeyê re têkiliyên rasterast deyne û anî zimên:
“Ez bawer nakim ku kes operasyoneke leşkerî bixwaze. Ne Şam, ne dewletên Ereban û ne jî Amerîka vê yekê naxwaze.
Tirkiye bi tena serê xwe nikare operasyoneke bi vî rengî bike. Pêdivî heye ku Tirkiye vê siyaseta xwe ya tund biguherîne.
Çawa ku îro bi Rêveberiya Herêma Kurdistanê re têkiliyên wê yên baş hene, divê bi Kurdên Sûriyeyê re jî têkiliyên baş deyne.
Eger Tirkiye siyaseta xwe biguherîne û bi Kurdên Sûriyeyê re têkiliyan deyne, ew dê hem li Sûriyeyê bibe xwedî derfeteke mezin hem jî dê li Tirkiyeyê ji bo çareserkirina pirsgirêkê derfetên nû derkevin holê.”
“Bi Sûriyeyê dest pê kir”
Vahap Coşkun teqez kir ku pirsgirêka Kurdan li Tirkiyeyê û rewşa li Sûriyeyê ji hev nayên cudakirin û got:
“Vê pêvajoyê bi Sûriyeyê dest pê kir û ez bawer nakim ku bêyî Sûriyeyê bê çareserkirin.”