Li Çewlîgê transît wergeriya şarampolê, 7 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Dara Hênê ya Çewlîga Bakurê Kurdistanê transîtek wergeriya şarampolê û 7 kesên lê siwar birîndar bûn.
Transîta ku M.G. diajot ji kontrolê derket û wergeriya şarampolê
Di vê qezayê de 7 kesên di wesayîtê de birîndar bûn.
Cendirme û tîmên tenduristiyê sewqî herêmê hatin kirin.
Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneyên Dewletê yên Çewlîg û Dara Hênê.