Civîna Barzanî bi nûnerên kurd ên li Bexdayê re bidawî bû
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji hemû hêz û partî û fraksyonên siyasî yên Herêma Kurdistanê xwest, kêşeyên xwe yên li Herêma Kurdistanê deynin aliyekî û li Bexdayê bibin yek.
Civîna serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî digel wezîr û parlamenterên kurd ên li Bexdayê ku îro (05.10.2013) danê sibê li havîngeha Pîrmam a Hewlêrê hat sazkirin, bidawî bû.
Derheqê naveroka civînê de berdevkê fraksyona hevpeymaniya Kurdistanî Mueyed Teyîb ji Rûdawê re got, di civînê de aliyên siyasî biryar dank u li ser hinek tiştan li hev bikin da ku di civîna digel aliyên iraqî de li ser gotûbêj bikin.
Mueyed Teyîb diyar kir ku serokê Herêma Kurdistanê ji hemû aliyên ku beşdarî civînê bibûn xwest, kêşe û nakokiyên xwe yên li Heêrma Kurdistanê deynin aliyekî û li Bexdayê bibin yek.
Teyîb li ser naveroka rêkeftinê de jî agahî da û diyar kir, li ser wê li hev kirin ku pişka kurdên şebek di parlamentoya Iraqê de bê zêdekirin, her wiha nehêlin dengên lîsteyên ku nekarîne di hilbijartinan de bi ser bikevin bi ser listeyên mezin de bên belavkirin û bila li ser lîsteyên biçûk de bên dabeşkirin.
Berdevkê fraksyona hevpeymaniya Kurdistanî her wiha got, dê daxwaz bikin kursiyên qerebû li gorî dengan bê dayîn.
Rojeva civîna Barzanî bi nûnerên kurd ên li Bexdayê hemwarkirina qanûna hilbijartinan a Iraqê û benda 23 a qanûna hilbijartinên Kerkûkê bû.
Niha qanûna hilbijartinên Iraqê li parlamentoyê ye û yekemîn civîn li ser hatiye kirin. Biryar bû duh (03.10.2013) bikeve dengdanê lê li ser daxwaza nûnerên kurd dengan bo roja duşemê (07.10.2013) hat paşxistin.
Beriya wê jî Barzanî ji parlamenterên kurd xwestibû di pesendkirina qanûna hilbijartinan de “lezê” nekin.
Tê gotin xalên ku di qanûna hilbijartinan a Iraqê de cihê nakokiyê ye, çawaniya beşdariya partiyên siyasî di hilbijartinan de û mercên namzedan e bi taybet namzedên ku jibilî nasnameya Iraqê nasnameyeke din jî heye.
Lê heta niha di navbera fraksyona Gorranê û fraksyona hevpemaniya Kurdistanê de li parlamentoya Iraqê hemahengî nîne û li ser vê mijarê jî