Polîsê Tirk demançe xist serê rojnamevanên kurd! (vîdyo)

05-10-2015
RÛDAW
Polîs demançe xist serê rojnamevanê kurd
Polîs demançe xist serê rojnamevanê kurd
A+ A-

 

Amed (Rûdaw) – Li bajarê Amedê 2 rojnamevanên kurd ên ji aliyê polîs ve hatibûn girtin, hatin berdan lê derket holê ku polîs çek xistiye serê wan û ew girtine!

Pêr (3ê Cotmehê), 2 rojnamevanên kurd li bajarê Amedê bi hêceta ku guh nedane qedexeya derketina derve, ji aliyê polîs ve hatibûn girtin lê piştî ku lêpirsîn bi wan re hatibû kirin, hatibûn berdan.

Duh dîmenên girtina wan rojnamevanan hat belavkirin. Di dîmenan de ku ji aliyê televîzyona lokal a bi navê “Ozgur Gun TV” ve hatiye belavkirin, tê dîtin ku polîsên Tirk bi tundî êrişî wan rojnamevanan dikin û çekê dixin serê wan û wan digirin.

Di vîdyoyê de, polîs ji rojnamevan re dibêje: “aqil be! ma min negot te wêne negire!”

Heta niha rayedarên hikûmetê li ser wê bûyerê tiştek negotine.

Yek ji wan rojnamevanên kurd, Peyamnêrê DÎHAyê û yê din jî Peyamnêrê Ozgur Gun TV bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst