Nisêbîn (Rûdaw) - Li bajarê Nisêbînê şeş taxên qedexekirî rê li ber mexdûriyeta şêniyan vedike , malbatên ku xaniyên wan li taxên qedexe rewşa wan lawaz bûye û ew ji neçariyê di bin konan de dimînin. Ji Şert û mercên nebaş û kêmbûna derfetan jiyana wan tevde di metirsiyê de ye, herwiha ji bo zivistanê ti tedbîreke wan nîne û ew daxwaza alîkariyê dikin.
Li bajarê Nisêbînê 6 taxên ku bêhtir kavil bûne di nav şêniyên Nisêbînê de wek taxa koçeran têne binavkirin xwecihê taxê niha alî bi alî ji xwe re li stareke diğerin da ku jiyana xwe bidomînin.
Ev der li ser rêya sere avê erdekê ye, Malbata baran jî bi tevî zar û zirçin xwe piştî ku malên wan kavil bûn ji taxa koçeran koç kirin û xwe spartan binê konan, di kelegerma havînê de bi zor zehmet derbas kirin, kêmasiya zad û vexwarinê, kêşeya şûştinê bargiraniyeke mezin e li ser pişta wan Kereng baran dibêje ku me tu firaqekê xwe nekarî ji mala xwe derxin û me bi kotek canê xwe xilas kir.
Malbata Baran ji ber şer reviyan û hatin ber perê Nisêbînê konê xwe vedan lê ev der jî ji wan re nebû cih û war ji berk u konên wan şewitîn û alav di mala wan de neman.
Kereng Baran ji Rûdawê re wiha got: “Bi xwedê tiştî hatiye serê me zehf zor bû, danîne ser Nisêbînê vê sefera paşî hema qetlîem bû, yê ku baz nedana dihata kuştin, em jî mecbur bûn û me baz da, xanî eşya hemû ma di hundur de me baz da.”
Welatiyê bi navê Ehmed Baran jî got: “Em hatin me çadir veda, van beşiyan me da hev, ji beriha niha 15 roj bere du çadirê me jî şewitîn.”
Bêguman derva bi roj germe û bi şev sar e û zehmetiya herî mezin jinên malê dibinin, xarin çêkirin firaq şûştin telbekirina zarokan her tişt li ser pişta wan e û ew ji bo xwe û mala xwe bi canfidayî tevdigerin.
Li Nisêbîne şer û pevçûnên di navbera gerilayên PKKê û hêzên dewletê nêzîkî 4 mehan dewam kir û 134 roj qedexegerîn hate danîn 10 hezar hezar xanî hilweşiyan û hin jî 95 ji sedî tu xebatek nîne di taxên kavilkirî de.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse