Parlamenterê HDPê: Kurdistan ava bibe dinya xera nabe

Navenda Nûçeyan – Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Amedê Altan Tan helwesta Tirkiyê ya derbarê giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê de rexne kir û got, "Kurdistan ava bibe, dinya xera nabe."


Parlamenterê HDPê Altan Tan di civîna giştî ya li parlamentoya Tirkiyeyê de axivî û helwesta Tirkiye ya li hember giştpirsiya 25ê îlonê ya serxwebû Kurdistanê rexne kir.


Altan Tan diyar kir ku ew ji bo şopandina giştpirsiyê hatiye Herêma Kurdistanê û wiha got: “Tirkiye heya hefteyek beriya giştpirsiyê jî gelel asayî nêzîkî Herêma Kurdistanê dibû, lê di rojên dawî de mixabin desthilatdariya tofan rakir. Sedema vê tofanê û hewarê çi ye? Partiyên ku qet li hev nedikir li ser vê mijarê li hev kirin. Desthilat û dijbereê li beramberê vê bûn yek.  Parlamenterekî CHPyî got, ‘bila 24 saet wext bidin wan."


Tan bal kêşa ser wê yeke ku tirsa Tirkiyêbê weta yê û wiha domand: “Dibêjin ku li Iraqê Kurdistanek ava bibe, dê beşeke ji Suriyê jî werbigre û piştî heyamekê Tirkiye jî de parçe bibe. Em kurd û tirkên aqilê wan li serê wan dibêjin ku; Bira ev tirs bê wateye. Hezar salên kengê kurd li dijî vê erdnigariyê biryarek daye. Yên ku peymana Sewrê qetandine Kurd in. Seyîd Ebdulqadîr, Seîdê Kurdî û Şêx Seîd Efendî qetandin.”


Parlamenterê Amedê anî ziman çareseriyek pêwîst e û wiha pê de çû: “Kurdistanek ava bibe dinya xera nabe. 7 Komarên tirk hene. Kazaxistan, Kirgizistan, Ozbekista, Azerbaycan, Komara Tirk a Bkurê Qibrisê ya me tevde ye. Yanî dinya xera nabe. Heger hûn bibêjin; ‘Bila ez bi Îran bêne ba hev, bi Heşda Şabî re bêm ba hev, piştigirya netewperestên Şia yên Bexdayê bikim, bi Beşar Esed re bêm ba hev û li dijî kurdan rawestim.’ Hûn ti dê ti sûdê ji vê yekê wernegirin. Bi kurdan re bibe yek, li tevahiya Rojhilata Navîn belav bibe.”