Li Herêma Kurdistanê cara ewil guhek ji zarokekê re hat çêkirin
Hewlêr (Rûdaw) – Li Herêma Kurdistanê, yekem car guhekî biyoprostetîk ji keçeke 12 salî re hat çêkirin.
Ravîna 12 salî a ji navçeya Soranê ya Hewlêrê bi yek guhê xwe ji dayîk bûye.
Bavê Ravîmê Mihemed Ehhmed ji Rûdawê re got, “Me heta Dr. Qadîm nedît em çûn ba gelek bijîşkan. Dr. Qadîm ji me re got, ‘Zarokê bînin, bi îzna Xwedê em dê emeliyat bikin’ û me ew bir cem wî.”
Tevî ku emeliyat gelekî zehmet bû û pêwîstî bi tîmeke pisporên bijîjkî hebû, Dr. Qadim Kawîs bi serkevtî guhekî biyoprostetîk ji Ravînê re çêkir.
Dr. Qadim Kawîs got, “Spas ji Xwedê re, emeliyat serkeftî bû. Di nav çend mehan de, em dê emeliyateke din a ku ji ya me kiriye hêsantir bikin. Ez hêvî dikim ku guhên wî baş bin. Heya niha her tişt li gorî plansaziyê bûye.”