Berpirsekî Amerîkî: Balafira Amerîkayê drona Tirkiyeyê xist

05-10-2023
RÛDAW
Nîşan Drona Tirkiyeyê Amerîka Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Du berpirsên Amerîkî yên ku nexwest navên wan were eşkerekirin ji Reutersê re ragihandin ku li Rojavayê Kurdistanê drona Tirkiyeyê ji aliyê F-16yên Amerîkayê ve hatiye xistin.

Li gorî nûçeya Rutersê, rayedarên Amerîkî ku diyar kirin ku rayedarên Tirkiyeyê hatine hişyarkirin ku ew li nêzîkî leşkerên Amerîkî çalakiyan dikin.

Li ser îdiaya ku droneke Tirkiyeyê ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ve hatiye xistin, Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku ew dron ne ya wan e.

“Ew ne ya me ye”

Li aliyê din, li ser pirsa balafira bêmirov a Hêzên Çekdar ên Tirk e yan na, rayedarekî Tirk ji Reutersê re gotiye, “Ew ne ya me ye.”

Berpirs li ser balafira bêmirov zanyarî nedan.

Piştî êrîşa roja Yekşema borî ya li Enqereyê ya li ber avahiya Wezareta Karên Navxwe, Tirkiyeyê diyar kir ku her du êrîşkar ji Rojavayê Kurdistanê çûne û ew dê tesîsên binesaziyê û enerjiyê bikin armanc.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan got:

“Di encama xebatên hêzên me yên îstîxbarat û ewlehiyê de derket holê ku her du terorîst ji Sûriyeyê hatine û li wir (li Sûriyeyê) hatine perwerdekirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst