Rojavayê Kurdistanê: Dronên Tirkiyeyê bê navber bombebaranan dikin
Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiyeyê bi dronan Mişêrfa Himêyê ya bakurê Hesekê, gundê Tewîleyê yê rojavayê Til Temirê, gundê Til Hebeşê yê Amûdê û Bendava Çil Axayê ya Cizîra Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirin.
Di encamê de li wan navçeyan 8 kesan canê xwe ji dest daye, herwiha 3 santralên elektrîkê jî li wan navçeyan hatine bombebarankirin.
“Em ji ber dagirkeriya Tirkiyeyê koçber bûn”
Birîndarekî êrişa Tirkiyeyê ya Mişêrfe Himê got:
“Ez ji Zirganê me, em ji ber dagirkeriya Tirkiyeyê koçber bûne, malên me wêran kirin û me berê xwe da Hesekê.
Em îro çûn ser karê xwe, dronê li me da, dagirkeriya Tirkiyeyê li Hesekê jî dest ji me bernade, em karker in em li debara jiyana xwe digerin, çi gunehê me ye?
Dagirkeriya Tirkiyê çi ji me dixwaze, em di malên kirê de ne, nan nîne em bixwin, çi ji me dixwazin, xwedê ji Erdogan nerazî be, çi ji xelkê dixwaze, xelk dixwaze bijî.”
Li ser van êrişan Rêveberiya Xweser di daxuyaniyekê de eşkere kir ku êrişên Tirkiyeyê nîşana têkçûna plan û ajandeyên wê ne.
Dê bandorê li şerê dijî DAIŞê jî bike
Dê êriş bandoreke nerênî li şerê dijî DAIŞê jî bike, herwiha jiyana welatiyan dixe metirsiyê.
Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyeyê Ciwan Ebdulkerîm anî ziman:
“Piştî teqîna Enqereyê Tirkiyeyê ji xwe re kir wekî hincetekê ku gefên xwe berdewam bike li ser Rojavayê Kurdistanê û êrişên xwe ev nêzîkî 3 rojan e berdewam dike.”
Sibeha roja 4ê Cotmehê, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan bi hinceta ku “êrişkarên Enqereyê ji navçeyên YPGyê çûne” gefa êrişeke berfireh li ser bingeh û jêrxana Rojavayê Kurdistanê xwaribû.