Amerîkayê li ser xistina drona Tirkiyeyê daxuyanî da

05-10-2023
RÛDAW
Nîşan Amerîka Tirkiye Rojavayê Kurdistanê Dron
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) li ser drona Tirkiyeyê ku li Rojavayê Kurdistanê hat xistin daxuyaniyek da.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê Patrick Ryder ragihand ku Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê droneke Tirkiyeyê xistiye.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) Patrick Ryder ragihand:

“Fermandarên Amerîkî rewş weke metirsiyekê nirxandin. Ew 500 metreyî nêzîkî cihê ku hêzên Amerîkayê lê bi cih bûne, hat.”

Li aliyê din, hat diyarkirin ku Wezîrên Parastinê yên Tirkiye û Amerîkayê piştî xistina dronê bi telefonê axivîne.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê herwiha anî ziman:

“Me ji Tirkiyeyê xwest ku ji bo operasyonên xwe yên leşkerî yên li Sûriyeyê bi me re hevahengiyê bike û xistina drona Tirkiyeyê li Hesekê xweparêzî bû.”

Hat ragihandin ku biryar di çarçoveya fermanê de hatiye wergirtin.

Çi bûbû?

Li Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê piştî ku bombebaranên Tirkiyeyê zêdetir bûn îro droneke Tirkiyeyê hat xistin lê Tirkiyeyê berê ragihandibû ku dron ne ya wan e.

Du berpirsên Amerîkî yên ku nexwest navên wan were eşkerekirin ji Reutersê re ragihandibûn ku li Rojavayê Kurdistanê drona Tirkiyeyê ji aliyê F-16ên Amerîkayê ve hatiye xistin.

Li ser îdiaya ku droneke Tirkiyeyê ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ve hatiye xistin, Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihandibû ku ew dron ne ya wan e.

Piştî êrişa roja Yekşema borî ya li Enqereyê ya li ber avahiya Wezareta Karên Navxwe, Tirkiyeyê diyar kir ku her du êrişkar ji Rojavayê Kurdistanê çûne û ew dê tesîsên binesaziyê û enerjiyê bikin armanc.

Tirkiyeyê bi dronan Mişêrfa Himêyê ya bakurê Hesekê, gundê Tewîleyê yê rojavayê Til Temirê, gundê Til Hebeşê yê Amûdê û Bendava Çil Axayê ya Cizîra Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst