Nasnameyên 3 gerîlayan hatin eşkerekirin

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameyên sê gerîlayên ku li herêma Avaşînê canê xwe ji dest daye eşkere kirin.

HPGyê da zanîn ku gerîlayên bi nasnavên Azad Ozgur, Rojevîn Garzan û Lorîn Bîşeng Çiriya Pêşîn a 2019an li Avaşînê canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniyê, agahiyên li ser nasnameya her du gerîlayan bi vî rengî ne:

Azad Ozgur: Navê wî yê fermî Emrah Gunara ye û ew ji Wana Bakurê Kurdistanê ye.

Delîla Rojevîn Garzan: Navê wê yê fermî Fatma Kiliçarslan e û ew ji Bedlîsa Bakurê Kurdistanê ye.

Lorîn Bîşeng: Navê wê yê fermî Nezahat Çapan e û ew ji Şirnexa Bakurê Kurdistanê ye.

HPGyê da zanîn ku Azad Ozgur 2yê Çiriya Pêşîn a 2019, Delîla Rojevîn Garzan û Lorîn Bîşengê jî 4ê Çiriya Pêşîn a 2019an canê xwe ji dest daye.

HPGyê destnîşan kir ku Azad Ozgur 2014an û Lorîn Bîşeng jî 2015an tev li refên gerîlayan bûye.