Li ser rêya Riha û Amedê qeza: Mirî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rihayê 3 otomobîlan li hev xist û di vê qezayê kesek mir û 4 kes jî birîndar bûn.

Otomobîla bi plakaya 06 BUG 275 a ku C.Ç. diajot, li ser rêya Riha-Amedê li otomobîla ticarî ya sivik a bi plakaya 63 AKP 628 a ku Mustafa Demîr diajot û otomobîla bi plakaya 63 ADF 031 a ku Z. T. diajot xist.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, polîs û tîmên agirvemirandinê sewqî cihê qezayê hatin kirin.

Ambulansan her 5 birîndar rakirin nexweşxaneyan.

Lê ajokar Mustafa Demîr nehat rizgarkirin û li nexweşxaneyê mir.