Li Urmiyeyê Festîvala Tiriyê Reş hat lidarxistin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Mîraweyê ya parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê, Festîvala Tiriyê Reş hat lidarxistin ku berhemeke girîng a bajêr e.
Tiriyê reş yek ji berhemên girîng ên herêmê ye lê nebûna kargehên taybe, dibe sedem ku baxevan û xwediyên rezan berhemên xwe bi erzanî bifiroşin.
Di Festîvala Tiriyê Reş de cureyên tirî, bi taybetî tiriyê reş û berhemên wê yên wekî sîrke û mewîj, hingiv û karên destî yên herêmê hatin nîşandan.
Avhewaya Urmiyeyê ji bo berhemê guncav e; piraniya xwediyên bax û rezan peynên kîmyayî û dermanên kêzikan bi kar nayînin û ev yek dihêle ku berhem xwezayî bimîne.
Li Mîraweyê zêdetirî sê hezar hektar baxên tiriyê reş hene ku bi awayê avdanî û bejî tên çandin û salane her hektarek nêzîkî 8 ton berhem dide.