Nasnameya 4 gerîlayan hat eşkerekirin
Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya 4 gerîlayên ku li herêma Garayê canê xwe ji dest daye eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê ragihand ku gerîlayên bi nasnavên Demhat Feraşîn, Cesur Spîndarok, Kendal Aras û Jîrwan Mahabad li herêma Garayê ya Başûrê canê xwe ji dest daye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê da zanîn ku her çar gerîlayan 17ê Kanûna Pêşîn a 2018an di êrişeke Tirkiyeyê de canê xwe ji dest daye.
Li gorî daxuyaniyê, nasnameyên her sê gerîlayan bi vî rengî ne:
Demhat Feraşîn: Navê wî yê fermî Ugur Daniş e û ew jî bajarê Şirnexê ye û 17ê Kanûna Pêşîn a 2018an li Garê canê xwe ji dest da.
Cesur Spîndarok: Navê wî yê fermî Vedat Acar û li Edeneyê ji dayîk bûye û 17ê Kanûna Pêşîn a 2018an li Garê canê xwe ji dest da.
Kendal Aras: Navê wî yê fermî Cenap Hopîkoglu ye û ew ji Eriromê ye û 17ê Kanûna Pêşîn a 2018an li Garê canê xwe ji dest da.
Jîrwan Mahabad: Navê wî yê fermî Muawiye Kawa ye û ew ji Hewlêrê ye û 17ê Kanûna Pêşîn a 2018an li Garê canê xwe ji dest da.