Amîna Zikrî: Em Bexdayê radestî kesên lawaz nakin

Hewlêr (Rûdaw) - Endama Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Amîna Zikriyê eşkere kir ku bi hêz beşdarî bangeşeya hilbijartinê dibin.

Amîna Zikriyê her wiha got, "Em Bexdayê radestî kesên lawaz nakin."

Endama Mekteba Siyasî ya PDKyê Amîna Zikrî ji Rûdawê re axivî.

Wê derbarê bangeşeya hilbijartinê de got, "Partiya Demokrata Kurdistanê bi fermî dest bi bangeşeya hilbijartinê kiriye.

Ji aliyê rêxistinî ve jî amadehiyên gelekî baş hatine kirin. Hemû navend û navçeyên rêxistinan karê xwe dikin."

Amîna Zikriyê got, "PDK pişta xwe dispêre dîroka xwe ya tije serwerî û dengê cemawerê Kurdistanê.

Em bi baweriyeke tam beşdarî vê proseya hilbijartinê dibin. Her wiha amadehî tê kirin da ku em ahengeke destpêkê ji bo bangeşeyê saz bikin."

“Pirsgirêkên Îraq û Herêma Kurdistanê kûr in”

Endama Mekteba Siyasî ya PDKyê behsa pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê kir û diyar kir ku ew dê bi hêzeke mezin beşdarî hilbijartinan bibin û wiha domand:

"Tevî hemû alozî pirsgirêkên ku hikûmeta Îraqê ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê û xelkê Kurdistanê çêkirine, em di wê baweriyê de ne ku divê PDK bi giranî û hêzeke mezin beşdarî pêvajoya hilbijartinê bibe.

Em bangî hemû cemawer û xelkê xwe dikin. Ev hilbijartin çarenivîsaz e. Pirsgirêkeke me ya kûr bi Bexdayê re heye.

Ew jî mijara cîbicînekirina destûrê û mafê rewa yê xelkê Kurdistanê ye.

Ji ber vê yekê dirûşma Partiya Demokrata Kurdistanê jî di çarçoveya hevparî, hevsengî û lihevkirinê de ye ku sê bingehên sereke ne."

Amîna Zikriyê pirsgirêka navbera Hewlêr û Bexdayê wekî "kûr" bi nav kir û got, "Pirsgirêka ku min behsa wê kir bi Îraqê re, gelekî kûr e.

Avakirina hikûmeta nû ya Îraqê ya piştî Sedam li ser sê bingehan bûye. Serkirdatiya siyasî ya Kurd û serkirdatiya wê demê ya Îraqê li ser destûrê li hev kirine.

Ew destûr li ser bingeha hevparî, hevsengî û lihevkirinê ye. Pirsgirêka bingehîn a Îraqê dema ku ew sê bingehên destûrî bên cîbicîkirin, çareser dibe."

“PDK berdevkê doza Kurd û Kurdistanê ye”

Endama Mekteba Siyasî ya PDKyê got, "Em berjewendiyên xelkê Kurdistanê diparêzin.

Li her cihê ku mafê destûrî yê Herêma Kurdistanê hebe, PDK dê bi hêz li wir beşdar be. Ji ber vê yekê em jî bang li dengderên xwe dikin ku bi hêz beşdarî hilbijartinan bibin.

Heta ku Pirsgirêka Kurdan û pirsgirêka Hewlêr û Bexdayê hebe, PDK dê amade be.

PDK berdevkê doza Kurd û Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê em Bexdayê radestî kesên lawaz nakin. Ji bo pirsgirêkan jî em pişta xwe dispêrin dengderên xelkê Kurdistanê."

“Em dê bibin partiya yekem”

Amîna Zikriyê bi rêya Rûdawê bangî xelkê û aliyên siyasî jî kir û got, "Bêyî ku navê kesî xirab bikin, bangeşeyê di atmosfereke aram û demokratîk de bikin.

Me wekî Partiya Demokrat a Kurdistanê biryar daye ku di atmosfera aram û demokratîk de bangeşeyê bikin.

Ji ber ku ew qas serweriyên me hene û dîrokeke me ya ew qas tije serwerî heye, me ew qas proje pêşkêşî xelkê Kurdistanê kirine, pêwîstiya me bi wê nîne ku em di bangeşeya xwe de navê aliyekî din xirab bikin.

Înşalah wekî berê, milet dê dîsa baweriyê bide me, em dê li Îraq û Kurdistanê bibin partiya yekem."