Hewlêr (Rûdaw) - Li ser Çiyayê Qerejdaxê yê li navçeya Siwêregê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, bi destpêka meha Çiriya Pêşînê re dest çinîna Birincê Qerejdaxê hat kirin.
Cotkar dê heta destpêka Çiriya Paşînê di nav zeviyan de bin û birincê xwe ji zeviyan rakin.
Cotkarekî li ser karê xwe got:
“Em meha 4an dest bi çandina birinc dikin. Meha 9an digihêje û meha 10an jî tê dirûn.
Birincê me jî birincê Qerejdaxê ye û navdar e. Em dişînin her cihî.
Ji Stenbol û Enqereyê her kes tê û ji xwe re dibe.”
Birincê Qerejdaxê sala 2018an nîşaneya erdnîgariyê wergirt û li ser navê herêma Qerejdaxê hat tomarkirin.
Di salên dawî de her ku diçe daxwaza li ser vî birincî zêdetir dibe û li ser sifreyan û di cîhana gastronomiyê de bûye markayeke girîng.
Cotkarekî din jî da zanîn:
“Li seranserî Tirkiyeyê birincê me di kalîteyê de yekem e. Çima?
Ji ber ku bêyî derman û madeyên kîmyayî tê berhemanîn.
Ava me jî ji berpalên Qerejdaxê tê û sar e. Ji ber ku sar e, tama birinc jî xweştir dike.”
Li gorî amarên Wezareta Çandiniyê ya Tirkiyeyê, li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê salane bi awayekî navînî 550 heta 600 hezar ton birinc tê hilberandin.
Nêzîkî ji sedî 4ê wî birincî ji aliyê cotkarên Riha û Mêrdînê ve tê berhemanîn û piranî jî berhemê Çiyayê Qerejdaxê ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse