Jina şebek: Exlaqê DAIŞiyan pir xirab bû
Faziliye (Rûdaw) – Jinên ku ji herêmên di bin dagirkeriya DAIŞê de hatine rizgarkirin dibêjin, çekdarên DAIŞê dema dihatin malên wan dijûn digotin û hewl didin destdirêjiyê bikin.
Bûşra yek ji wan jinan ê ku li gundê Faziliye ya ser bi navçeya Başîkê dijî. Ew dibêje di dema dagirkeriya DAIŞê de çekdarên wê rêxistinê 10 heta 12 caran hatine mala wê û wiha diaxive:
“Exlaqê wan gelek xirab bû. Dema dihatin dijûn didan û xirabî dikirin.”
Buşra dibêje ji bo jinan berkirina şarşefên reş weke naçariyekî bûye û ewên liber nekirine jî hatine kuştin.
Li gorî gotina Başûrayê çekdarên DAIŞê herweke li gundên êzidiyan li gundên şebekan jî 600 keç revandine û birine.
Gundê Faziliyê roja 27ê Cotmehê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hate rizgarkirin.