Qayyum danîne ser Şaredariya Şirnexê

Navenda Nûçeyan – Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bi biryarnameyekî dest danî ser Şaredariya Şirnexê û Cigirê Waliyê Şirnexê Turan Bedirxanoglu weke Şaredarê Şirnexê  destnîşan kir.

 

Ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve Şaredarê Şirnexê Serhed Karihanoglu ji kar hate girtin û li cihê wî Sekreterê Giştî yê Rêveberiya Taybet a Bajêr û Cîgirê Waliye Şirnexê Turan Bedirhanoglu weke qayyum hate danîn.

 

Di 14ê Adara 2016ê de, li Şirnexê qedexeya derketina kolanan hatibû ragihandin û şaredarê HDPyî Serhed Kadirhan ji kar hatibû dûrxistin.

 

Di meha îlonê de jî Wezareta Navxwe ya Tirkiyê qayyum danîbû ser 28 şaredariyên HDPê ku şaredariyên bajarê Elihê û Colemêrgê û herwiha navçe û bajarokên ser bi bajarên Amed, Mêrdîn, Wan, Şirnex, Erzirom, Îdir, Sêrt, Mûş û Rihayê.