Elî Teter: Em qebûl nakin ti hêzek rê li Pêşmergeyan bigre
Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Duhokê Elî Teter li ser bûyera duh ya li Çemankê gerîlayên PKKê êrişî Hêzên Pêşmerge kiribû, ragihand, ew şer naxwazin, lê qebûl nakin ku çi hêz rê li Pêşmerge ku di nav herêma Kurdistanê de tevgerê bigire. Elî Teter herwiha got bandoreke xirab li xelkê gundên Duhokê bûye û dirtisin ji ber şer biçin ser milkê xwe.
Parêzgarê Duhokê Elî Teter ji Rûdawê re têkildarî êrîşa PKKê ya li Çemankê axivî û ragihand ku bûyerên Çemankê bandoreke negativ li ser hemû xelkê Kurdistanê yê niştimanperwer hebûye.
Elî Teter diyar kir ku ew li dijî şer in, lê divê aliyên din yên çekdar ku hebûna wan li navçeyê ti hincetek nîne, li xwe vegerin.
Teter got: “Şer di berjewendiyê kesê de nîne û kes ji me ligel şer jî nîne. Herwiha em ligel şer firotinê jî nînin. Divê xwe bikin li şûna wan kesên ku ev 30 sal e nikarin herin di nav rez û milkên xwe de û li gor wê bifikirin. Xelkê me tengav bûye û ji ber vê rewşê westiyaye. Dubare dibêjim em wek Hikûmeta Herêma Kurdistanê ti caran ligel şer nebûne û her tim li dijî şer bûne. Lê divê ew aliyê çekdar yê derveyê yasayan ti hincet ji bo hebûna wan a li vir nîne. Herwiha ti pêwîstî bi hebûna wan jî nîne.
Elî Teter da xuyakirin ku ew buyera duh protesto dikin ku pêşmergeyek Şehîd bû û 5 pêşmergeyên dijî birîndar bûn.
Parêzgarê Duhokê herwiha daxwaz hêzên çekdar ên derveyî Herêma Kurdistanê dike rewşa Herêma Kurdistanê berçav bigrin.
Elî Teter herwiha da zanîn ku dilgiraniyek li cem xelkê wan gundan derketiye û di encama bûyerên duh de xelk nikare vegere ser gundên xwe û got: “Bi sedan gundên li deverê ji ber PKKê nayên avadankirin.”
Derbarê liv û tevgerên Hêzên Pêşmerge de jî Elî Teter got: “Mafê Pêşmerge ye biçe her bostekê axa Herêma Kurdistanê be û her bi çi rengî be jî mafê ti kes û aliyan jî nîne rê li ber Pêşmerge bigire. Take hêza destûrî û take hêza heq heye biçe her derê Herêma Kurdistanê Hêza Pêşmege ye.”
Elî Teter herwiha da zanîn ku bûyera duh a êrişa PKKê gelek ji sînor dûr bûye û nêzîkî cihê avadaniyê bûye.