Mesrûr Barzanî hîmê ‘Rêya Jiyanê’ danî
Hewlêr (Rûdaw) - Mesrûr Barzanî li Hewlêrê hîmê projeya "Rêya Jiyanê" danî û ragihand ku ev proje dê Hewlêrê bibe qonaxeke bipêşketîtir.
Ev proje di nava xelkê de wekî Kornîşa Hewlêrê tê naskirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî proje wekî "yek ji projeyên girîng ên Hewlêrê" bi nav kir û got:
"Bêguman dê bandoreke wê ya berfireh li ser bipêşketina Hewlêrê ya di warê geştyariyê de hebe."
Mesrûr Barzanî her wiha diyar kir ku piştî gelek gilî û gazinên xelkê herêmê, "Me biryar da ku ev projeya girîng li vê herêmê bê çêkirin.
Ew dê guherîneke bingehîn di jiyana van taxan û bi giştî ya Hewlêrê de bike û dê bibe yek ji projeyên herî girîng ên li seranserî Kurdistanê."
Mesrûr Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku cihêkarî di navbera bajarên Kurdistanê de nayê kirin û di nava bajaran de jî cihêkarî di navbera taxan de nakin.
Serokwezîr amaje bi wê yekê jî kir ku bi qedandina "Kembera Kesk û Rêya Jiyanê" re dê li Hewlêrê qonaxeke nû dest pê bike û ew dê bibe yek ji bajarên herî girîng ên herêmê.
Berê jî Mesrûr Barzanî hîmê Kembera Kesk a Hewlêrê danîbû ku bi awayekî bazineyî li derveyî cadeya 150 metrî dizîvire.
Mesrûr Barzanî da zanîn, ew "dilxweş e ku xelk baweriya xwe bi hikûmetê tîne" û got:
"Ev hevkarî û piştgiriya welatiyên hêja yên Kurdistanê, wiha dike ku em ji bo xizmeteke zêdetir a ji bo xelkê Kurdistanê piştgerm bin."