Serokkomarê Îranê diçe Sineyê

Hewlêr (Rûdaw) - Mesûd Pizîşkiyan dê sibe biçe serdana bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê û serokatiya civîna Encûmena Îdarî ya parêzgehê bike.

Ofîsa Pêwendiyên Giştî ya Sineyê ragihand ku Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan dê roja pêncşemê biçe serdana parêzgehê.

Mesûd Pizîşkiyan dê bi awayekî cuda cuda bi bazirgan, veberhêner û hejmarek kesayetî û çalakvanên parêzgehê re bicive.

Li gorî daxuyaniyê, di dema serdana Mesûd Pizîşkiyan de dê civîna Encûmena Dadweriya Perwerdeyê ya Sineyê bi amadebûna xelkê bê lidarxistin.

Pizîşkiyan dê serokatiya civîna Encûmena Îdarî ya parêzgehê bike ku dê bi amadebûna hejmarek wezîr û berpirsên hikûmî yên parêzgehê were lidarxistin.

Ev serdan piştî ku wî wekî Serokkomarê Îranê dest bi kar kir dê bibe serdana yekem a Mesûd Pizîşkiyan a Sineyê.