Şingal – Welatiyên Sinûnê vedigerin malên xwe

05-12-2015
RÛDAW
Sinûnê
Sinûnê
A+ A-

 

Şingal (Rûdaw) – Piştî rizgarkirina Şingalê ji destê DAIŞê, xelkê bajarokê Sinûnê yê Şingalê jî hêdê hêdî vedigerin malên xwe lê gazindeyek wan jî heye: Xizmetguzarî kêm e!

Bajarokê Sinûnê beriya tevahiya bajarok û gundên devera Şingalê ji destê DAIŞê hat derxistin ji ber wê jî şert û mercên vegeriyana xelkê wir zû derketin holê.

Lê piştî rizgarkirina Şingalê, rewş baştir bû û rêjeya vegeriyana xelkê Sinûnê zêdetir bû.

Rêveberê bajarokê Sinûnê Nayîf Seydo ji Rûdawê re got, zêdetirî hezar malbatên din vegeriyane komelgeh û gundên Sinûnê.

Nayîf Seydo derheqê xizmetguzariyên nav bajêr de jî got, saziyên fermî bi taybet rêveberiya elektrîkê ji bo gihandina elektrîkê pir kar dike…

Lê ew kesên ku ji kampên Zaxo vegeriyane Sinûnê, behsa kêmiya xizmetguzariyan dikin. Hinek ji wan neçar mane malbatên xwe ji ber xwendina zarokan bikin du beşan, çimkî ew dibêjin, eger dibistan heba me wisa nedikir…

Piştî ku DAIŞê êrişî devera Şingalê kir, 138 hezar kes jî ji Sinûnê koçber bibûn û piraniya wan li nav kampên Kurdistanê de bicîh bibûn. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst