Miletê bê kitêb û nivîsandin

05-12-2016
RÛDAW
Nîşan Kurd Pirtûk (Kitûb) Nivîsandin
A+ A-

Nivîsîna: Karwan Osman Şiwanî

 

Kitêb û defter û teirîx û kaxez

 

Be kurdî ger binûsraye zubanî

 

Mela û şêx û mîr û padşaman

 

Heta mehşer dema naw û nîşanî

 

Hacî Qadirê Koyî

 

 

Pirtûk û nivîsandin du rûyên yek diravê ne û ji hev cudakirina wan dibe sedema têkdana wan. Ji dema ku mirov zimanê axaftinê afirand û nivîsandin kifş kir, em karin bêjin: Ji hingê ve pirtûk jî peyda bû û wek embareke mezin a derbirînên mirov cihê xwe di mal û dil û derûna me de çêkir.

 

Heta niha jî dîroknivîsan li ser wê yekê li hev nekiriye ka pirtûk ji kengî ve peyda bûne. Lê hemû amaje wê yekê dibêjin ku pirtûk cara yekemîn li dergûşa şaristanî û mirovatiyê Rojhilata Navîn derketine holê.

 

Somerî ku xwediyên şaristaniyeke kevnare ne, bi hezaran parçeyên heriya sorkirî li pey xwe hîştine û hemû behsa dastan û serweriyên wan dikin ku hemû bi wêneyan hatine nexşandin û hejmara wan 500-600 hêma ye û her yek ji wan hêmayan xwedî armanceke taybet e.

 

Li Misrê, 2700 salan beriya zayînê, li ser teht, lewhên heriyê, pelên daran û çermê ajel û heywanan pirtûk hebûn. Nivîsandina pirtûkan peyda bûbû û behsa şaristaniya Misrê di wan de dihat kirin.

 

Di şaristaniyên Babelî, Romanî, Hindî û Çînî de jî nivîsandin û pirtûk hebûn. Lê di piraniya wan de pirtûk bi şêweya wêneyan bûn. Çimkî hêj tîp nehatibûn afirandin.

 

 

 

Di şaristaniyên kevin de pirtûk ne bi şêweyeke pêşketî bûn. Ne mumkin bû gelek babet di pirtûkekê de bên komkirin wek em di dinyaya îro de dibînin. Her pirtûkekê bi awayekî kurt behsa serwerî, dastan an yasayekê dikir.

 

Lê bi dîtina amûra çapê re, pirtûk geşeyeke berfireh dibîne û li welatê Çînê di salên 868ê zayînî de çap tê dîtin û pirtûk belav dibin. Piştre di serdema Ronesansa Ewropayê de pirtûk dibe xwedan pêgeha xwe û çapên nû tên afirandin û çapkirina pirtûkan li gor berê pir hêsan dibe.

 

Heta dema çap tê dîtin kultûr devkî dimîne. Çimkî pêdiviyên nivîsandinê ne berbelav û berdest in. Di baştirîn rewş de jî eger pirtûkek bihata nivîsandin kopiyek an çend kopiyek jê hebûn ku ew jî li ber destê herkesî nebûn, di destê elîtê de bûn. Lewra eger derfeta kesekî peyda bibûya pirtûkekê bixwîne, ji êndin re behs dikir û her kesî li gor şiyana têgihîştina xwe bi awayekî devkî ji kesên din re vedigot. Lewra bapîrên me ku herçiqasî xwendewariya wan nebû jî, lê ensîklopediyeke mezin a hîkayet û çîrokan bûn.

 

Êdî pirtûk girîngiyeke taybet di jiyana mirovan de werdigirin. Lewra kurt û Kurmancî pirtûk ji zanist, bûyer, pend û şîretan pêk tê. Pirtûk kombûna ezmûna mirovan bi awayekî nivîskî ye, ezmûna karê seranserî mirovên sedan û hezaran sal beriya niha ye. Lê di nava pirtûkan de tomarkirî ne. Lewra girîngiya pirtûkê ew e ku ezmûnan zindî dihêle.

 

Nûserê Kurd Merîwan Wirya Qan`î di pirtûka xwe ya bi navê "Kitêb û Dunya" de ku sala 2011an li Silêmaniyê hatiye çapkirin, wiha dibêje "Pirtûk yek ji amrazên sereke yên nemiriyê ye. Pirtûkan nehîşt ew ezmûnên ku însanên serdemên kevin berhem anîne, bimirin û bên jibîrkirin. Pirtûk rabirdûya dûr tîne dema niha û dema niha jî dibe paşerojê."

 

Pirtûk dihêlin em hertim li tiştên nû bigerin û ji rewşa xwe nerazî bin û hewl bidin rewşa xwe baştir bikin. Pirtûk dihêle bîr û baweriyên me yên taybet dirust bibin. Asoya lênihêrîn û ramana me bi rêya pirtûkan berfireh dibe. Pirtûk dihêle em kûrtir li jiyanê binerin. Dîrok ku di pirtûkan de tê nivîsandin, şahida zîrekî û şiyandariya me ye.

 

Pirtûk hevrêyên mirov ên herî baş in

 

Nûserê Kurd Şêrzad Hesen li ser girîngiya pirtûkan dibêje: "Ti kesî bi qasî kesayetiyên li ser kaxezê ez fêr nekirime. Jixwe eger sinciyeke min hebe, wan kesayetiyan ez fêrî kirime. Mirovê ku piştî xwendina pirtûkekê neguhere, derewan dike."

 

Vêga pirtûk û çapemenî di hemû warên jiyanê de xwedî bandor in û bûne çavkaniyeke mezin ji bo mirovan. Di hemû waran de bi sedan û hezaran pirtûk hatine nivîsandin û amadekirin. Pirtûk hertim ew mala mezin e ku ji bo her pêwistiyekê be, em dikarin lê vegerin da alîkariya me bike.

 

Pirtûk bi saya amûrên çapê belav bû û her kes dikare bi hêsanî pirtûkan bidest bixe. Lê mixabin teknolojiyayê hîşt ku mala pirtûkê vala bimîne. TV, radyo û internet bûn sedem ku mirov ji pirtûkan dûr bikevin. Lê bi ti awayî ev nikarin rola pirtûkan tune bikin. Girîngî û bihayê pirtûkê li ba nûser û xwînerên cidî hêj heye û ew bi coşeke pir mezin pêşwaziya pirtûkan dikin.

 

Di dawiya sedsala bîstan de xwendina pirtûkan ji ber teknolojiyayê kêm bû. Beşa Perwerde û Rewşenbîrî ya NY (UNESCO) hewla danîna rojekê ji bo pirtûkê da bi armanca ku di vê rojê de jinûve pirtûkê bîne bîra xelkê û mafê nûseran jî biparêze. Lewra biryara kar û çalakiyan hat dayîn di vê rojê de da xelkê vegerînin dinyaya pirtûk û xwendinê. Di sala 1995an de biyar hat dayîn ku 23yê nîsana her salê bibe Roja Cîhanî ya Pirtûkê. Ev roj hat hilbijartin çimkî gelek nûserên mezin di vê rojê de ji dayik bûne yan mirine, wek Shakespeare, Cervantes, Nabokov, Maurice Druon û çend kesên din. 

 

Li gor miletên din, Kurd pir li paş in di warê pirtûk û çapemeniyê de. Bi dehan lîder û kesayetiyên me yên naskirî hebûn û hene, lê ji ber ku kesekî yan wan bixwe ew dîrok û serwerî tomar nekirin, tenê bi awayekî devkî gihîştiye me. Lewra gelek kêmkirin û zêdekirin hatiye ser. Bi dehan destnivîsên me jî hebûn winda bûn ji ber xemsariya me û rewşa ku gelê me tê de jiyaye.

 

Di warê hebûna pirtûkên kevin de, dibe ku em miletê herî paşketî bin. Di pirtûkxaneya kurdî de, ji xeynî şiîrê hemû pirtûkên dîtir temenê wan hinekî ji sedsalekê zêdetir e. Lê piştî Cenga Yekem a Cîhanî hino hino nivîsandina pirtûkên kurdî geşe kir û bi nasîna kurdan ji weşanxane û derxistina rojnameyan re, ev war jî bêhtir berfireh bû.

 

Lewra eger em bixwazin pirtûkxaneya kurdî dewlemend bibe, gerek e her sal di Roja Cîhanî ya Pirtûkê de, gelek pirtûk û pirtûkên baş bên çapkirin û belavkirin û wergêrên baş bên handan da berhemên hêja ji me re wergerînin zimanê kurdî û divê nûser û wergêrên ku xizmeta peyv û çanda miletê me kirine bên xelatkirin û alîkariya wan bê kirin, herwiha pêşangeheke taybet a pirtûkan bê vekirin û pirtûk bi erzanî bên firotin. 

 

Heta niha ji ber sedemên cuda cuda em girîngiyeke herî kêm didin aliyê çandî û rewşenbîrî. Lewra jî Hacî Qadirê Koyî dibêje:

 

Mîlletî bê kitêb û bê nûsîn

 

Xeyrî Kurdan nîye le rûyî zemîn!    

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst