Li Merîwanê 8 meh in karmendên şaredariyê meaş nestandine

Navenda Nûçeyan - Serokê Şaredariya Merîwanê ragihand, karker, karmend û endamên şaredariya wî bajarî bo dema 8 mehan meaş negirtine û şaredarî 3 milyon û 750 hezar dolaran deyndarê wan kesane. 

 

Serokê şaredariya Merîwanê Cemal Şerîfî ji malpereke xwecihî re ragihand budceya şaredariyê ne weke pêwîst e,  dahatên şaredariyê ne cîgir in û dabînkirina mûçeya karmendan jî bûye sedeme ku ew sazî deyndar bikeve. 

 

Merîwanê Cemal Şerîfî endamên xula berê ya şaredariyê û serokê şaredariye bi berpirsê deyndarbûna wê saziyê dide zanîn û dibêje bêyî ku şiyanên şaredariyê berçav bigrin karmend wergirtine. 

 

Serokê şaredariyê herweha ragihand ji ber hatina demsala sermayê dê beşek ji karmendan kêm bikin.


(A.B)