Li Êlihê cotkar bi rêbaza bav û kalan sîran diçînin

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Mehînayê yê navçeya Heskîfê ya Êlihê cotkar zeviyên xwe ne bi traktoran, bi rêbazên bav û kalan û bi hespan cot dikin.

Cotkarên gund dest bi çandina "Sîra Mehînayê" kir ku xwedî nîşaneya erdnîgariyê ye.

Cotkar destpêka payîzê dest bi çandina sîran dikin û meha Gulanê berhev dikin.

Taybetmendiya vê cureyê sîran ew e ku bêav şîn dibin û demeke dirêj xera nabin.

"Sîrên me gelekî teze ne"

Cotkar Mehmet Beşîr Ayten behsa taybetmendiya sîrên gundê xwe kir û got:

"Em van sîran diçînin. Sîrên me gelekî teze ne.

Em zibilê heywanan davêjin ser û tiştekî din nakin.

Em salê du caran dikolin. Em bi hevkarî dixebitin.

Yek cot dike û yek jî sîran dixe bin axê. Tama wan jî gelekî tûj e, tu rojekê bixwî bêhna wê sê rojan ji te naçe."

Ji ber hişkesalî û kêmbaraniyê par berhemê wan nebaş bû lê îsal bi hêvî ne ku baraneke baş bibare û berhema wan zêde be.

"Axa gundê me baştir e"

Cotkar Mehmet Saît Ayten jî diyar kir ku axa gundê wan ji bo sîran guncav e û wiha axivî:

“Li gelek gundan diceribînin lê çênabin.

Axa gundê me baştir e û loma sîr baştir derdikevin.

Sîrên vê derê navdar bûne. Parêzgarê Êlihê jî gotiye 'Ez dê alîkariya we bikim da ku navdartir bibin.'”

Sîra Mehînayê yek ji çavkaniyên girîng ên dahata xelkê gund e.

Saziya Patent û Markayan a Tirkiyeyê par ev sîr wekî cureyekî taybet li ser navê gundê Mehînayê tomar kiribû.