Axa Deşta Sirûcê zêrê zer e lê keda xelkê li ber avê diçe
Hewlêr (Rûdaw) - Li Deşta Sirûcê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê çinîna garis berdewam dike lê cotkar ji ber xerciyên zêde û ferqa bihayê avê ya li gorî navçeyên din bi gazin in.
Aboriya Rihayê bi giştî li ser cotkarî û çandiniyê ye û piraniya welatiyan debara xwe bi sektora çandiniyê dikin.
Axa herêmê bi bereket e lê cotkar didin zanîn ku ji ber bihayên giran ên mesrefan zererê dikin.
Endezyarê Çandiniyê Abdurahman Aydogdu ji Rûdawê re ragihand ku bi hatina ava bendavê re li Sirûcê cureyên çandiniyê zêde bûne lê cotkar qezencê nakin.
"Cotkar çi diçîne zererê dike"
Aydogdu diyar kir ku ji ber bihabûna pêdiviyan û erzanbûna berheman, cotkaran di çandina garis, pembo, genim, îsot û zebeşan de zerer kiriye û got:
"Axa Sirûcê gelekî bi bereket e lê çi qasî bi bereket be jî cotkar qezencê nakin.
Ji ber ku hemû tişt gelekî biha dibe, cotkar çi diçîne ew tişt erzan dibe. Cotkaran îsal zebeş çandibûn wan dîsa zerer kir."
Ferqa bihayê avê ya di navbera Sirûc û Heranê de
Yek ji pirsgirêkên herî mezin ên cotkarên Sirûcê bihayê giran ê avdaniyê ye.
Abdurahman Aydogdu bal kişand ser cudahiya mezin a di navbera Sirûc û navçeya Heranê de û wiha got:
"Niha li Sirûcê ji donimeke garis 2 hezar û 200 lîre pereyên avê distînin û ji bo donimeke pembo 2 hezar û 900 lîreyan werdigirin.
Li Heranê ev biha 550 lîre ye, ev cudahî gelekî zêde ye. Em dixwazin bihayê avê hinekî dakeve û piştgiriya dewletê zêde bibe.
Mazot gelekî biha ye, lazim e mazot dakeve yan jî piştgirî hebe."
"Xerciyên xwe dernaxe"
Cotkarê bi navê Muhîtîn Doganturk jî diyar kir ku eger rewş wiha berdewam bike, dê neçar bimînin ku dest ji karên çandiniyê berdin û got:
"Çandinî pir zehmet e. Havînî germ e û şertên hewayê dijwar in.
Em li ser rêya erdan tên û diçin lê vala ye, xerciyên xwe dernae. Berhemê milet pereyan nake."
Li aliyê din, li gorî amarên Wezareta Çandinî û Daristanê ya Tirkiyeyê, hilberîna garis li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kêm bûye.
Sala 2023yan 9 milyon ton garis hatibû hilberîn lê ev hejmar sala 2024an daketiye 8,1 milyon tonan.