Dêrik (Rûdaw) – Li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê 13 xort bi hêceta leşkeriya neçarî ji aliyê hêzên asayişa bajêr ve hatin girtin.
Peyamnêrê Rûdawê li Dêrikê, ragihand ku roja yekşema borî (4ê Çile) 13 xort ji aliyê asayişa bajêr ve hatin girtin.
Peyamnêrê Rûdawê da zanîn, ew xort ji ber leşkeriya neçarî hatine girtin çimkî piştî girtinê ew veguhestin kampa perwerdeyê ya Qamişloyê.
Li gorî agahiyên Peyamnêrê Rûdawê, di nav wan xortan de 6 ji bajarê Hesekê, 3 ji Dêrikê û 4 ji Qamişloyê bûn.
Dêrik girêdayî Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê ye ku ji aliyê PYDê ve tê birêvebirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse