Lahûr Şêx Cengî: Divê beriya hilbijartinan YNK kongreyekê pêk bîne
Silêmanî (Rûdaw) – Berpirsê Dezgeha Dije-Terorê ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Lahûr Şêx Cengî diyar kir, ku beriya encamdana hilbijartinên Herêma Kurdistanê û Iraqê, pêwîst e di mijara pêkhateya serkirdetiya YNKê de kongre yan jî plenum were kirin.
Lahûr Şêx Cengî di merasîma pêşwazîkirina Kosret Resûl de li Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê ji Rûdawê re ragihand: “Kak Kosret zilamekî têkoşer e û hemû temenê xwe ji bo Kurd û Kurdîtiyê xerc kiriye. Em kêfxweş in ku îro em dibînin bi tendirustiyeke baş vegeriya bajarê Silêmaniyê. Em hêvîdar in bikare xizmetaYNKê û xizmeta gelê xwe bike.”
Li ser pirsa pêkanîna kongreya YNKê, Lahûr Şêx Cengî got: “Hemû kadroyên YNKê kongre dixwazin. Lê li gor min pêwîst e beriya hilbijartinên Kurdistanê, yan jî Iraqê, kongre yan plenum were kirin û guhertinek di pêkhateya serkirdetiyê de were pêkanîn.”
Herwiha li ser pirsa “gelo YNK ji bo hilbijartinên Kurdistanê amade ye, ku tê gotin di meha Nîsanê de dê were kirin?” Cengî aşkere kir: “Em her dem amade ne. Lê ez bawer im pirsgirêkeke mezin heye, ew jî paqijkirina navên miriyan e. Heq wisa nîne ku partiyên siyasî beriya vê paqijkirina lîsteya tomara dengderan, bi pêkanîna hilbijartinan razî bibin. Çimku nêzîkî 400 heta 500 hezar dengder xeyalî ne, divê beriya hilbijartinan ew tomar werin paqijkirin.”
Nivîsîn: Îlyas Aslanhan