Ji bo lîstikên nav berfê geştyar serdana Çiyayê Korekê dikin
Hewlêr (Rûdaw) - Li Çiyayê Korekê yê geştyarî çendîn lîstikên balkêş ên ser berfê hene û di vê demsalê de bi hezaran geştyar serdana wî cihê geştyarî dikin.
Skay Swîng, Skay Gilayder û Skî, 3 lîstik in ku hertim bala geştyaran dikşînin. Bi rêya telefirîkê di 12 xûlekan de geştyar digihin cihê lîstikê, di saetekê de, bi rêya 36 kabîneyan 400 geştyar têne veguhastin.
Lîstika Sky Swîng şeş kesan li xwe digire û 15 metran bilind dibe, serma ya bi lerz û leziya zêde gelek tirsê çê dike.
Lîne Ewiye yek ji geştyarên ku serdana Çiyayê Korekê kiriye, ji Rûdawê re dibêje: “Destpêkê ku em serkevtin, di dema daketinê de hinek tirs heye, lê belê tu wiha hest dikî ku ruhê te li esman e û tu difirî. Gelek xweş e, ew kesê ku serdikeve, hemû hêza xwe ya xirab di vê lîstikê de betal dike.”
Sky Gilayder, cureke lîstikan e ku çar kesan hildigre û 600 metran kesên suwar dûr dike û leziya wê jî 80 km di saetekê de ye, 200 metran berî ku bigihîje stasiyona dawî, leziya wê kêm dibe.
Zarok jî dikarin çend curên lîstikan li ser Çiyayê Korek bilîzin, Tobî Rêd bi dirêjiya 150 metran û lezeke zêde lîstikek e ku xişikandin li ser tê kirin.
Geştyarara bi navê Hêvî Hesen dibêje: “Destpêk ez gelek tirsiyam, çimku leziya wê gelek bû, lê belê paşê tu hîn dibî û ew tirsa te namîne.”
Skî jî him werziş û him jî lîstikeke serkêşane ya demsala zivistanê ye, ku di bi bin çavdêriya rahêner de tê encamdan.