Çavuşoglu: Dê gelek xwîn bê rijandin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Tirkiyê derbarê şandina serbazan bo Lîbyayê got ku eger hêzên General Hafter bên bo nav kolanên Trablusê dê gelek xwîn bê rijandin. Li ser biryara parlamentoya Iraqê jî got ku ew biryar bicih nabe.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li Enqereya paytexta wî welatî civînek sazkir û derbarê dawîn pêşhatên li navçeyê gotarek pêşkêş kir.

Mevlut Çavuşoglu derbarê kuştina Qasim Sulêymanî de ragihand ku ev bûyer metirsiyeke mezin e li ser aştî û seqamgiriya navçeyê û got ku ew hewl didin aloziya di navbera Amerîka û Îranê de bi rêyên dîplomatîk çareser bikin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê, derbarê şandina serbazan bo Lîbyayê jî ku serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan du aşkere kiribû wan dest bi şandina serdazan kiriye got ku pêwîst e li Lîbyayê agirbest were ragihandin û herwiha got, “Eger hêzên Hafter bên nav kolanên Trablusê dê gelek xwîn bê rijandin.”

Li ser biryara parlamantoya Iraqê ya derxistina hêzên biyanî jî Çavuşoglu got ku ew biryar bicih nabe.