Wan (Rûdaw) - Berfa giran û aşûtê herî zêde jiyana ajeldar û rêncberan zehmet kir zêdetirî 100 serî pezê ajeldaran di bin aşûtê de ma.
Li gundê Helîzoyê yê navçeya Payîzavaya Wanê, sê ajeldaran 100 serî pezê xwe di bin aşûtê de ji dest da.
Tîma Rûdawê gihîştiye gundê Helîzoyê û li rewşa ajeldaran pirsî.
Gundî dibêjin ji ber ku li herêma aşûtê rê nîne û astengî zêde ne, tîmên tespîtkirina zerer û ziyanê heta niha amarên wan bi temamî tomar nekirine.
Li Payîzavaya Wanê gundê Helîzoyê yek ji wan gundan e ku di bin bandora pêleke berfa giran de ye.
Xelkê gund xemgîn in çimkî keriyê pezê sê malan ku ji 150 serî pezî pêk dihat, li herêma Selê Mercanê ketiye ber aşûtê.
100 serî pez mirar bûye û pez hîn jî di bin berfê de ye.
Xwediyê pez Bayram Begîç li ser bûyerê got:
"Saet 3yê êvarê bû. Mixabin 100 serî pezê me di bin aşûtê de ma. Em gelekî mexdûr in.
Em dixwazin dewlet dengê me bibîse û alîkariya me bike. Bila bi hawara me werin.
“Pezê me hemû mirar bûye”
Me hinek ji wan bi derfetên xwe derxistin. Cihê aşûtê bi meşê saetekê ji gund dûr e. Gundî hemû hatin lê pezê me hemû telef bûye."
Yek ji xwediyên pez Qadir e. Heta çend roj berê jî li ber derê gova pezê wî dengê berxan hebû lê niha tenê bêdengî û xemgînî maye.
Ew û hevalekî wî yê şivan ji aşûtê rizgar bûne lê hemû dar û derameta wan di bin berfê de maye.
Şivan û xwediyê pez Qadir Şen jî behsa bûyerê kir û got,"Ez xwediyê pez im û min şivantî dikir. Aşût hat û 100 serî pezê me di bin de ma.
Me 10-15 serî jê derxistin lê me dît ku hemû mirar bûne. Alîkarî nehat, me jî wisa hêla. Xwedê ji we razî be ku hûn hatin. Em dixwazin dewlet alîkariyê bide me."
Xelkê gundê Helîzoyê hemû xizm û merivên hev in.
Gundî ji bo alîkariya wan sê malbatên ku pezê xwe winda kirine kom bûne û ji aliyên peywendîdar alîkariyê dixwazin.
“Em mexdûr in”
Xwediyê pez Murat Zorlu jî anî wiha pê de çû:
"Em bi hewarê de çûn û me nêzîkî 10-15 serî pez derxist lê nêzîkî 100 serî pezê me di bin reniyê de ye.
Em mexdûr in û derfetên me nînin ku em pezê di bin aşûtê de derxin."
Herêma Selê Mercanê bi meşê saetekê ji gundê Helîzoyê dûr e.
Wesayît nagihin cihê aşûtê, loma heta niha pezê di bin berfê de nehatiye derxistin û lêkolîneke cidî nehatiye kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse