Li Sine, derzî û derman li ser girtiyên nexweş hat qutkirin
Sine (Rûdaw) – Rayedarên girtîgeha bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ferman dane êdî ji bo girtiyên ku nexweşiyên wan giran in “rewşa awarte” neyê ragihandin.
Li gorî malpera Kampanyaya Parastina Girtiyên Siyasî û Sivîl li Îranê, di girtîgeha bajarê Sine de gellek girtiyên nexweş hene ku rewşa hinek ji wan pir giran û “li ber mirinê” ne.
Lê rayedarên girtîgehê ferman dane êdî ji bo wan nexweşan rewşa awarte neyê ragihandin, çimkî eger rewşa awarte bê qebûlkirin rayedarên girtîgehê neçar in wan girtiyan derbasî nexweşxanê bikin û derzî û dermanên pêwîst ji wan re dabîn bikin.
Çalakvanekî kurd ê mafên mirov ku nexweşiye navê wî were eşkerekirin, ji malpera Kampanyayê re gotiye, rewşa girtî û girtîgehên Îranê pir xirab e û girtiyên nexweş di rewşek pir nebaş de dimînin, ti kes guh nade wan û nexweşiya wan her ku diçe girantir dibe.
Wî çalakvanê kurd diyar kir ku di nav girtiyan de nexweşiyên giran ên mîna AIDS, tuberkîloz, Hepatît û gellek nexweşiyên mantarî hene.
Beriya niha girtiyê bi navê Subhan Golbendî ji ber nexweşiyê û nebûna derzî û dermanên pêwîst jiyana xwe ji dest dabû.