FLAŞ/ÎDIA – YPG û hêzên rejîmê bi hev re li navendeke leşkerî ne

Hewlêr (Rûdaw) – Hat îdiakirin ku hêzên Hikûmeta Sûriyê û şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bihev re di navendeke leşkerî de cî digirin.

Peyamnêrekî televîzyona Kanal 1 a Rûsya li qamişlo xwe gihande navendeke leşkerî ya hevbeş di navbera Hikûmeta Sûriyê û YPGê de derbarê wê de raportek amade kiriye.

Peyamnerê rûsî di raporta xwe de dibêje ew navenda hevbeş li derveyê bajarê Qamişlo ye.

Li gor vîdyoyên rapora wî, derdkeve ku hêzên Hikûmeta Sûriyê û Şervanên YPGê  bi hev re di heman senger û navendên leşkerî de kar dikin û ji xeynî alên herdû aliyan, li ser otombêlan, wêneyên Beşar Esed bilind kirine.

Fermanderekê yê YPGê jî peyamnerê rûsî re wiha dibêje: “Berê me hemûyan bi xweşiyê jiyana xwe derbas dikir, kurd û ereb. DAIŞ hat û em perçe kir. Ew berdewam xelkê dikujn ji bo ku kes li Sûryê nemîne. Welatê me berê bihuşt bû.”

Herwiha li gor raghandina rûsî, Rûsya niha hêzên xwe li balafirxaneya Qamişlo zêde dike, çekên cur bi cur didin aliyên ku şerê DAIŞê li Hesekê dikin.