Li Kerkûkê akademîsiyenek hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) – Îro li Kerkûkê mamostayekî zanîngehê di encama teqekirinekê de hat kuştin.

 

Berdevkê Polîsê Kerkûkê, Efrasiyaw Kamîl derbarê bûyerê de ji Rûdawê re ragihand, îro Sêşemî 6ê Sibatê li ser rêya Kerkûk-Bexdayê mamostayekî zanîngehê di êrişeke çekdarî de hatiye kuştin.

 

Efrasiyaw Kamîl got, ev mamosta, mamostayê Fakulteya Yasayî ya Zanîngeha Kerkûkê bûye, bi teqeya çend çekdarên nenaskirî hatiye kirin.

 

Berdevkê Polîsê Kerkûkê herwiha da xuyakirin, hêj ti kes bi tohmeta kuştina wî mamostayê zanîngehê nehatiye girtin û tekez kir, lêkolîn derbarê bûyerê de berdewam e.

 

Li gorî agahiyan, navê wî mamostayê zanîngehê Alî Yilmaz e û bi esil Tirkmen e û Alîkarê Serokê Fakulteya Xwandina Îslamî li Zanîngeha Kerkûkê bûye.