Sûriyê li nêzîkê Efrînê sîstema parastina esman danî

Navenda Nûçeyan - Sûriya ku berî destpêkirina êrîşên ser Efrînê ragihandibû çi balefirek bikeve qada wê ya esmanî dê bînin xwarê, li nêzîkê Efrînê sîstema parsatina qada esmanî danî.


Derbarê mijarê de berpirsekî leêkerî yê desthilata Şamê ji Reutersê re gotiye ku artêşa Sûriyê li eniya Heleb û Idlibê sîstema parastina qada esmanî daniye.


Heman çavkanî dibêje ku ew sîstema han qada esmanî ya bakurê Sûriyê jî li xwe digire û ev yek jî “peyameke bo hemû kesî”.


Efrîn di ware îdarî de ser bi parêzgeha Helebê ye.