Di aşûtên li navçeya Muks a Wana Bakurê Kurdistanê de heta niha 38 kesan canê xwe ji dest dane, 53 kes hatine rizgarkirin û 20 kes jî din bin aşûtê de mane.
Li Gêdûka Karabetî ya li ser rêya Wan û Muksê, pêr Sêşemê 4ê Sibatê bi şev wesayitek a kar û mînîbusek rêwiya di bin aşûtê de mabûn. Di vê bûyerê de cenazeyê 5 kesan ji bin aşûtê hatibû derxistin û 7 kes jî hatibûn rizgarkirin. 2 kes jî di bin aşûtê de mabûn û xebatên lêgerîna wan dihat kirin.
Li Wanê aşûta duyem bi ser wan kesan de hatiye ku li du kesên di bin aşûtê de mane digeriyan.
Tîmên hawarçûnê û xelkê duh xebatên ji bo dîtina herdu kesan li cihê aşûtê birêve dibirin, lêbelê careke din aşût hat û di encamê de li gor daxuyaniya AFADê duh termên 33 kesan hatine derxistin û 53 kes jî hatine rizgarkirin.
Bi vî awayî ji ber herdu aşûtên li wê navçeyê, heta niha 38 kesan canê xwe ji dest dane. Di nav kesên ku di encama aşûta duh de canê xwe ji dest dane, cerdevan, leşker û tîmên hawarçûnê hene.
Herwiha li gor zanyariyan 20 kes jî di bin aşûtê de mane û xebatên ji bo dîtina wan kesan jî di şert û mercên dijwar de berdewam bikin, lê duh êvarî xebat hatin rewastandin û biryar e, îro dîsa xebat dest pê bikin.
Ji ber metirsiya rûdana aşûteke nû, ew herêma aşûtê bi qasî 10 kîlometran hatibû valakirin ji bo ku tedbîrên zêdetir bên wergirtin û tîmên hawarçûnê û xelkê yên ku xebatên lêgerînê birêve dibin bêne parastin.
