4emîn Festîvala Berfê li Colemêrgê dest pê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê festîvala berfê li navenda kaşûnê ya Merga Botan destpê kir.

4emîn Festîvala Berfê duh Şemiyê bi hevahengiya navbera Parêzgehî, Rêveberiya Werzişê, Rêveberiya Rewşinbîrî û Geşt û Guzar û Ajansa Geşedanê ya rojhilatê Anadolu destpê kir.

Parêzgarê Colemêrêgê Îdris Akbik di gotarekê de ragihand, 2 salan ji ber coronayê wan nekarî vê festîvalê birêve bibin. Wî got, Colemêrg li ber guhertinan e, wan dirêjiya cihê kaşûnê dirêj kir bo 6 hezar metran û hotel jî tamam kirin.

Îdris Akbik herwiha da zanîn ku wan 40 hezar zarok bê beramber fêrî kaşûnê kirin.

Di wê festîvalê de, tevî kaşûnê, nimayişên folkolorî, stran û govendên Kurdî jî tên pêşkêşkirin.

Hejmareke zêde ji berpirsên partî û hikûmet û rêxistinên civaka sivîl berşdarî festîvalê bûn.