Xelk ji ber bihayên elektirîkê daketin kolanan

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê rewşa xirab a aborî hîna jî bandora xwe li jiyana welatiyan dike. Herî dawî, xelk li hemberî bihabûna nirxê elektrîk û gaza srûştî derketin kolanan û nerazîbûna xwe nîşan dikin. Berdevkê CHPê Faîk Oztrak rexneyên tund li desthilata Tirkiyê girtin û got: “Heta çirayên koşka desthilatê nevemirin, mala welatiyan ronî nabe.”

Buhaya elektrîkê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji %50 heta %125 hatiye zêdekirin.

Di çend rojên dawî de li beşeke  parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê xelk li dijî bihayên zêde yên fatureyên elektirîkê û gaza xwezayî  dadikevin kolanan û xwepêşandanan dikin. Herî dawî roja Şemmiyê li navçeya Geverê ya Colemrêgê bi sedan xelk daketin kolanan û  bihayên zêde yên elektirîkê prostesto kirin.

Xwepêşander heta ber deriyê avahiya kompanyaya belavkirina elektirîkê ya VEDAŞê meşiyan û dirûşmên  VEDAŞ dest ji kar berde bilindkirin.

Berdevkê Partiya gel ya Komarî (CHP) Faîk Oztrak roja Şemiyê di cîvîneke çapemeniyê de derbarê bihayên elektirîkê de rexneyên tûnd li desthilatê girtin û got: “Heta glopên koşkê nevemirin, mala welatiyan ronî û germ nabe. Li Agirî, Dogubeyazit, Riha, Marmarîs û Bursayê welatiyên me fatureyên elektirîkê protesto dikin. Welatiyên me fatureyên xwe ji partiya me re dişînin. Ev fatureya welatiyekê me yê esnaf e ku  ji Kahramanmaraşê şandiye. Berî niha vî esnafê ne 13 hezar lîre û 713 lîre heqê elektirîkê dane. Ev jî fatureya wî ya vê mehê ye. Esnafê me vê mehê 1600 kîlavatdemjimêrên elektirîkê kêm xerckirine, lê fatureya wî ya elektirîkê bûye 26 hezar û 456 lîre. Esnaf ji bihakirinên neçarî ku di  berhemên xwe de kirine  fedî dike û ji gel lêborînê dixwaze.  Lê koşka ku esnaf aniye vê rewşê û welatî neçarî bihabûnan kiriye ne bêhna wê teng dibe ne jî şerm dike.”

Beşek ji xwepêşanderan  jî fatureyên xwe yên  elektirîkê   dişewitînin û dibêjin em deynê elektirîkê nadin. Xwepêşander daxwaz  dikin ku biryarên bihakirina elektirîkîê bên hilweşandin û bacên li ser faturayan bên rakirin. 

Xwepêşanderek jî dibêje: “Dev ji talanê berdin. Ev gel dê kesên ku wan dişelîne ji ser pişta xwe biavêje. Bila bihakirin bêne hilweşandin. Bila her meh heqê 230 kîlovatdemjirên elektirîkê û heqê 140 metresêcayên gaza xwezayî bên dayîn. Bila bacên li ser fatureyan bên rakirin. Bila deynê kompanyayên enerjiyê bên wergirtin. Bila qûtkirina gaza xwezayî û elektrîkê ya kesên ku nikarin fatureyên xwe bidin bê qedexe kirin.”

Ev xwepêşandan di demekê de ne li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi destpêka sala 2022ê weke piraniya pêdiviyên sereke yên jiyanê  bihayê eletirîkê jî  derdora ji sedî 50 heta ji sedî 125 hatiye zêdekirin.   Van bihakirinan bandoreke   xirab li ser aboriya welatiyan kiriye. Beşeke zêde welatiyên ku nikarin fatureyên fatureyên xwe yên elektirîkê bidin bi rêya xwepêşandan  nerazîbûna xwe tînin ziman. Partiyên opozîsyonê jî  li ser van bihabûnan û rewşa xirab ya aboriya Tirkiyê  berdewam rexneyan li desthilatê digirin û daxwaza hilbijartina pêşwext dikin, lê desthilat pêdagir e li ser wê ya ku hilbijartin di dema xwe ya sala  2023ê de bê kirin.