Piştî erdhejê têkildarî rewşa girtîgehan daxuyaniyeke fermî

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Giştî ya Girtîgeh û Malên Girtîgehan a Wezareta Dadê ya Tirkiyê ragihand ku piştî erdheja Mereşê di girtîgehê de tu kes nemiriye û birîndar nebûye.

Rêveberiya Giştî ya Girtîgeh û Malên Girtîgehan, derbarê erdheja bi hêza 7,4an a ku li navçeya Bazarcixê pêk hat daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin:

“Di nava mehkûm û girtiyên ku li saziyên me yên înfazê yên li herêma ku ji erdhejê bandor bûye de ti kes birîndar nebûye û ti kesan jiyana xwe ji dest nedaye.

Ji bo mehkûm û girtiyên li saziyên cezayê yên li herêmê dimînin rehetiya pêwîst tê dayîn ku bi malbatên xwe re hevdîtinê pêk bînin.

Daîreya Hiqûqê ya HDPê di daxuyaniyekê de derbarê rewşa girtîgehan de agahî belav kirin.

Di daxuyaniyê de tê gotin, “Em hatin agahdarkirin ku li girtîgehên parêzgehên ku erdhej lê pêk hatiye ti pirsgirêk nîne. Ji bo girtiyên li girtîgehan bi malbatên xwe re têkiliyê deynin, hewldanên me dewam dikin.”