Sêwaz - Barhilgir û otobus li hev qelibîn: 25 birîndar
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Axvanîsê ya parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê, otobusa rêwiyan li barhilgirê qelibî û 25 kes birîndar bûn.
Li navçeya Axvanîsê ya Sêwazê otobusa rêwiyan li ser rêya Sêwaz û Erzinganê ji paş ve li barhilgirê qelibî.
Li ser agahdarkirinê cendirme, tîmên tenduristiyê û tîmên parastina sivîlan çûn cihê bûyerê.
Li gorî agahiyan 25 kesên di otobusê de birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxaneyên cuda yên Sêwazê.