QAMIŞLO - Pêvajoya bicihanîna peymana bi Şamê re didome
Qamişlo (Rûdaw) - Li bajarê Qamişloyê çargoşeya ewlehiyê niha di bin kontrola hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê de ye ku girêdayî Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyeyê ne.
Ev gav di çarçoveya bicihanîna peymana di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta demkî ya Şamê de tê avêtin.
Ji ber agirbest û peymana ku hatiye ragihandin, kesên ku ji ber şer û aloziyan koçber bûbûn, dixwazin vegerin ser mal û milkên xwe.
Welatiyê bi navê Cemîl Xelîl got:
"Peymanê çêkin ji bo em vegerin malên xwe, ew li wir in û em nikarin vegerin."
Nedîma Rebîhê jî daxwaza aramiyê kir û anî ziman:
"Em aramiyê dixwazin, em dewleta xwe dixwazin.
Em mafên xwe dixwazin. Bes e, em westiyan."
Xedîce Xelîlê jî bal kişand ser mafên Kurdan û da zanîn:
"Bila şer bisekine û em vegerin malên xwe, bila mafên Kurdan di destûrê de hebe."
Pêvajoya bicihanîna peymanê
Li Daîreya Pêwendiyên Giştî ya Rêveberiya Xweser tê diyarkirin ku xalên peymanê gelek in û ji bo bicihanîna wan herî kêm mehek an du meh wext pêwîst e.
Endamê Desteya Birêvebir a Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Xalid Îbrahîm li ser hûrgiliyan axivî û got:
"Destpêkê dê ev peyman were bicihanîn. Saziyên ewlehiyê dê têkevin nav hev.
Ev şandeya ku hatiye saziya ewlehiyê ye û hêzên asayîşê jî bi wan re ne.
Pişt re dê dîl û term werin guhertin. Di qonaxa din de dê dorpêça li ser Kobaniyê were rakirin û saziyên sivîl dest bi kar bikin."
Li gorî plana her du aliyan, piştî bicihbûna hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê ya li Hisîça û Qamişloyê, dê pêvajoya tevlîbûn û guhertina dîl û terman di demeke nêzîk de dest pê bike.
Parastina taybetmendiya Rojavayê Kurdistanê xaleke din a giring a peymanê ye.
Di van rojên dawî de Kurdan li Qamişloyê wekî nîşaneya nasnameya xwe alayên Kurdistanê li ser xaniyên xwe daliqandine.