Qamişlo (Rûdaw) - Şer rehmê li kesî nake. Şer li welatekî kitim ê bi navê Kurdistanê rehmê li hûr giran, li hitik û pitikan, li pîr û kalan, li mirî û zindiyan, li dar û beran nake.
Axîn nîşana şênber a bêrehmiya li hemberî vê xaka bindest e ku zarokên di pêçekê de jî dibin hedefa dijminên zar û zêçên vî welatî.
Axîn li dibistaneke sar a Qamişloyê digirî lê mê kî heye ku hawara wê bibihîze! Ne dê ye û ne bav...
Axînê hîn nû çilê xwe xelas kiriye lê bêjeyên di mêjiyê me de têrî vegotina êşa wê nakin.
Dema hîn di zikê dêya xwe de ye çekdaran li Til Temirê bavê wê şehîd xistiye.
Dêya wê bi dilekî şikestî û kezebeke peritî keça xwe aniye dinê û navê Axîn lê kiriye. Carinan nav gelekî li qedera însên tên...
Dayîka wê biryar dabû ku ji Axîna xwe re hem bibe dê û hem jî bav. Lê ma çavên çavnebaran têr dibin!
Dema êrişa çekdarên Artêşa Ereban a Sûriyeyê dest pê kir wê Axîna xwe hembez kir û berê xwe da Rojavayê Kurdistanê.
Axîn hîn 30 rojî bû, çekdaran li rêya Minbicê gule xistin para dayîka kezebşewîtî jî û axînek bi ser pêçeka Axînê ket.
“Ev erd namûsa me ye, şerefa me ye”
Niha Axîn di hembêza pîrika xwe de ye û pîrika wê dibêje, “Ez dayîk im û ez kezebşewat im û ez dilbikul im. Ez ji we re çi bêjim? Çeteyên bêbav 3 malên min xera kirin” û peyamekê dide dijminên Kurdan:
“Em ê çavê dijminan derxînin, em ê vî halî bikişînin û çavê dijmin jî derxînin û em ji cî û warê xwe jî dernakevin.
Em ji erdê xwe dernakevin. Ne bi gulîvanên keçikên me ye ku qut bikin û rê me bidin. Ev erd namûsa me ye, şerefa me ye.”
Malbata Axînê ji Kobaniyê ye û heta niha 4 caran koç kiriye.
Ne tenê dê û bavê Axînê, apekî wê û metikeke wê jî bûne hedefa guleyên dijminên Kurdistanê.
Me wê rojê çîroka Sêlaya 5 mehî jî nîşanî we dabû, Sêlaya ku guleyên çekdaran bedena naşî ya dêya wê ji xwe re kiribû firavîn.
Helbet ne tenê Sêla û Axîn in ên ku dijminên welatê wan kul û keserên giran kirina para wan, ev çarenivîsa bi hezaran zarokên vê axê ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse