Li Selmasê teqîn: 2 kes mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundekî Selmasê ya parêzgeha Urmiyeyê ji ber teqînekê 2 kes mirin û kesek jî birîndar bû.

Bûyer êvara doh li gundê Sûreyê yê Selmasê ya parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê rû da.

Birêvebirê Parastina Sivîlan ê bajêr Yûsif Yaqûbzade ragihand ku teqîn di dikanekê yan jî di avahiyeke bazirganî de çêbûye.

Yûsif Yaqûbzade da zanîn ku 2 kes ji ber teqînê mirinê.

Kesekî din jî bi giranî birîndar bû ku ji aliyê tîman ve hate gihandin nexweşxaneya Selmasê.

Heta niha sedema teqîna dikanê nayê zanîn.

Birêvebirê Parastina Sivîlan ê Selmasê diyar kir ku ew li ser mijarê mijûlî lêkolîn û şopandina zêdetir in.

Gundê Sûreyê 3 kîlometreyan dikeve rojavayê bajarê Selmasê.

Li gund nêzîkî 380 mal hene û şêniyên wê Azerî ne.