DEM Partiyê bersiv da Galîp Ensarîoglu
Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayanê bersiv da gotinên Parlamenterê AK Partiyê Galîp Ensarîoglu û pirsî, "Em dê alîkariyên mirovî yên ku ji bo Kobaniyê werin şandin bispêrin kê?"
Dîlan Kunt Ayanê wekî bersiva ji bo Galîp Ensarîoglu pirsî:
"Em dê alîkariyên mirovî yên ku dê ji bo Kobaniyê werin şandin bispêrin kê?
Ma em dê bispêrin Kizilaya ku di erdhejên 6ê Sibatê de kon bi pereyan firotin gel?
An jî em dê bispêrin AFADê ku logoya partiya siyasî li alîkariyên ji gel, civaka sivîl û derve tên dixe û li wan xwedî derdikeve?"
Ayanê li ser medyaya civakî bersiv da gotinên Galîp Ensarîoglu yên ku ji bo barhilgirên alîkariyê yên dixwestin ji Amedê bişînin Kobaniyê gotibû, "Şoveke siyasî ye, ne alîkariya mirovî ye."
Dîlan Kunt Ayanê da zanîn:
"Eger gotineke we hebe, ji bo şandina alîkariyan a Kobaniya ku tenê demjimêrekê dûr e û ji bo vekirina deriyê Murşîtpinarê biaxivin, nexwe bêdeng bimînin!
Şovmendî; dema ku li Kobaniyê zarok ji sermayê diqerisin û dimirin, li Helebê li jinên Kurd tên şkencekirin, gelê Kurd hatiye dorpêçkirin û hewceyî nan, av û dermanan hatiye hîştin, ji bo ketina ber çavê desthilatdariyê ketina pey Kurdtiya maqûl e."
"Nikarin nûnertiya vî gelî bikin"
Ayanê destnîşan kir ku ew barhilgir destê vî gelî ne ku dirêjî merivên xwe kiriye û da zanîn, yên ku bi dengên Kurdan hatine ser meqamên xwe lê meqamê xwe ji bo alîkariya gelê Kurd bi kar neyînin, nikarin nûnertiya vî gelî bikin.
Daxuyaniya Galîp Ensarîoglu
Parlamenterê AK Partiyê yê Amedê Galîp Ensarîoglu doh li ser vegerandina karwanê alîkariyan ê ku ji Amedê ber bi deriyê sînorî yê Sirûcê ve hatibû şandin daxuyanî dabû.
Ensarîoglu îdia kiribû ku yên ev alîkarî kom kiribûn, dixwest li deriyê sînorî "şoveke siyasî" bikin.
Wî diyar kiribû ku Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Efkan Ala ji wan re gotiye, "Hûn çi qas dixwazin alîkariyê kom bikin, em dê bi rêya AFAD û Kizilayê bişînin."