Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî civiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û şandeya pê re pêşwazî kirin.

Di civînê de Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û Endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Rohilat Efrîn jî amade bûn.

Baregeha Barzanî li ser naveroka civînê daxuyaniyek belav kir.

Hat ragihandin ku di hevdîtinê de bi hûrgilî behsa rewşa Rojavayê Kurdistanê, bicihanîna peymana di navbera HSD û hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê de û pêşhatên dawî yên li Sûriyeyê hat kirin.

Serok Barzanî di civînê de xwest ku her du alî ji bo bicihanîna xalên peymana 29ê Kanûna Paşîn pêbend bin û tekez kir ku ev peyman ji bo aramiya herêmê di vê qonaxê de bingeheke girîng e.

Mafên Kurdan a di destûra nû de

Serok Mesûd Barzanî destnîşan kir ku divê hevahengiyeke xurt di navbera hemû aliyan de hebe da ku di qonaxên bê de mafên gelê Kurd li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê werin parastin.

Serok Barzanî xwest ku ev maf di destûra nû ya Sûriyeyê de bi awayekî fermî werin çespandin.

Barzanî berê jî di hevdîtina xwe ya bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot re de diyar kiribû ku wî hemû hewlên xwe dane da ku rê li ber veguherandina nakokiyên siyasî ber bi şerê neteweyî yê Kurd û Ereban ve bigire.

Hevahengiya li dijî DAIŞê

Di beşeke din a civînê de metirsiya xurtbûna ducare ya DAIŞê hatin gotûbêjkirin.

Her du aliyan tekezî li ser girîngiya hevahengiya leşkerî û ewlehiyê kir ku rê li ber karesatên nû were girtin.

Ev hevdîtin di demekê de pêk tê ku dîplomasiya Hewlêrê ya ji bo paşeroja Sûriye û Rojavayê Kurdistanê germ bûye.

Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî doh li Hewlêrê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot re jî civînên cuda pêk anîn.