Li Erzinganê erdhej: AFAD û Kandîlliyê daxuyanî da
Hewlêr (Rûdaw) – Rasatxaneya Kandîlliyê û Enstîtuya Lêkolîna Erdhejê ragihand ku li navçeya Kemaxê ya Erzingana Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi hêza 5 pileyan çêbûye.
Erdhej saet 14:16an rû daye û kûrahiya wê 3,1 kîlometre bûye. Li gorî amarên rastaxaneyê, navenda erdhejê gundê Hakbîlîrê yê navçeya Kemaxê ye.
Hat zanîn ku erdhej li bajar û navçeyên derdorê jî hatiye hîskirin. Derbarê xisara canî yan madî de heta niha daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.
Li hêla din, Serokatiya Birêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku mezinahiya erdhejê 4,9 pile ye.