Li Ormiyê nerazîbûnên li dijî “kuştina” xwendekara kurd didomin

 

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku xwendekareka kurd li zanîngeha Nazlû ya Ormiyê yê Rojhilatê Kurdistanê “bi awayekî şêlû” jiyana xwe ji dest da, li zanîngeha Ormiyê û hinek deverên din li dijî vê yekê nerazîbûn hat nîşandan. Malbata wê keça kurd jî, berpirsên zanîgehê bi kuştina keça xwe tohmetbar dikin.

 

Roja 1ê Adara îsal, xwendekara kurd a bi navê Şeyda Hatemî li jora xwe ya razanê li zanîngeha Nazlû ya Ormiyê yê Rojhilatê Kurdistanê mirî hat dîtin.

 

Li gorî agahiyên malbata wê û kesên ku termê Şeydayê dîtine, şopên kuştinê li ser laşê wê tê dîtin ji ber ku stûyê wê û tiliyeke wê her wiha pişta serê wê hatiye şikandin û hinek cihên laşê wê jî reş bûye, lê rayedarên zanîngehê vê yekê red dikin û dibêjin, wê keçkê bixwe xwe kuştiye.

 

Ji aliyekî din, nûnerê kurd ê parêzgeha Ormiyê li Parlamentoya Îranê Abid Fetahî jî ragihandiye ku ew xwendekara kurd birîndar nebûye, ev jî bibû sedema nerazîbûnên tund li dijî Fetahî.

 

Hat zanîn, malbata Şeyda Hatemî ku li gundê Nowê yê devera Mirgevera Ormiyê dijîn, nehîştine qayimeqamê Ormiyê û serokê zanîngeha Ormiyê beşdarî merasima termê keça wan bibin, ji ber ku ew wan bi kuştina keça xwe tohmetbar dikin.

 

Ev sê roj in li zanîngeha Ormiyê û hinek deverên din ên bajêr xwendekarên zanîngehê bi mebesta şermezarkirina vê bûyerê û xemsariya berpirsan li hember mirina xwendekara kurd meşên nerazîbûnên li dar dixin.

 

Saziya bi navê Enstîtoya Kurmanc li Ormiyê ji xelkê xwestibû, bo şopandina dosyeya mirina wê keça xwe dakevin kolanan.

 

Biryar bû pijîşkiya qanûnî ya Ormiyê encamên lêkolînên li ser termê Şeyda Hatemî eşkere bike lê heta niha nehatiye eşkerekirin.

Li gorî agahiyên heval û kesên nêzîkî Şeydayê, Şeyda di xwendina xwe de serkeftî bûye û ti arîşeyek wê jî nebûye ku xwe bikuje.

 

Her wiha hat zanîn, biryar bû li gundê Dizê yê Ormiyê meşek nerazîbûnê were lidarxistin lê hêzên ewlehiyê nehîştin ev meş pêk were.