Kurd û Amerîka li ser Federasyona Sûriyê û statuya Kurdî çi dibêjin?

06-03-2016
RÛDAW
Nexşeya Rojavayê Kurdistanê
Nexşeya Rojavayê Kurdistanê
Nîşan Kurd Rojavayê Kurdistanê Statuya Kurdî Sûriye Federasyon Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî cîbicîkirina agirbesta li Sûriyê, mijara avakirina sîstemek federal li Sûriyê bûye mijarek sereke di navbera aliyên navdewletî bi taybet Amerîka û Rûsya, hêzên dijbere yên Sûriyê û partiyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê de.

 

 

Mijara federasyona li Sûriyê di demekê de wek mijarek giring kete rojeva siyasetê li Sûriyê, dema ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry berî cîbicîkirina agirbesta li Sûriyê hişyarî dabû, ku eger agirbest serkevtî nebe, Amerîka dê Plana B li ber çavan re derbas bike, ku parçekirina Sûriyê jî di çarçoveya wê plane de cih digire.

 

Herwiha Cîgirê Wezîrê Derveyê Rûsya Sergey Riyabkov di daxuyaniyekê de pêşwazî li sîstemek federal bo çareserkirina kirîza Sûriyê kiribû.

 

Mijara federasyonê di nav hêz û aliyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê de jî bûye mijarek germ.

 

Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) ragihand, ku ew her wek sala 2012ê, niha jî daxwaza sîstemek federal bo Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê dikin.

 

Endamê Serkirdatiya ENKSê Ebdulsemed Xelef ji Rûdawê re ragihand, ew rijd in li ser daxwaz kirina sîstema federasyonê lê belê got: Em rê nadin sîstema federaliyê weke rêveberiya kantonan be û bi hêza çekdarî were ferzkirin.

 

Ji aliyek din ve, berovajî siyasetên xwe yên berê, Encumena Cîbicîkar a Kantona Cizîrê duh di civîna xwe de mijara federasyonê gotûbêj kir.

Cîgira Serokê Desteyê Êlîzabêt Gewriyê ragihand, dê guhertin di wezaretan de werin kirin û tekez kir, ku di pêvajoya niha de Sûriye ber bi federalîzmê ve diçe.

 

Li Başûrê Kurdistanê jî bo avabûna sîstemek federal li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê piştgîrî hat.

 

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, ku ew piştgîrî li sîstema federaliyê bo Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê û jibo çareserkirina aştiyane ya pirsa Kurd li wî welatî dikin.

 

Serokatiya Herêma Kurdistanê herwiha daxwaz ji hemû hêz û partiyên Rojavayê Kurdistanê kir, ku yek bigirin û bi hev re daxwaza sîstema federasyonê bikin.

 

Herwiha Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya bi serokatiya Mesûd Barzanî jî li ser heman mijarê daxuyaniyek da û piştgîriya xwe bo cîbicîkirina sîstema federaliyê li Rojavayê Kurdistanê ragihand.

 

Ew yek di demekê de ye, ku Amerîka ji zarê berdevkekî Wezareta Derve ya wî welatî dijatiya xwe bo pêngavek wisa anî ziman.

 

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka John Kirby di bersiva pirsyareke Rûdawê de li ser mijara sîstema federalî û avakirina statuyek Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ragihand, Amerîka li dijî avakirina statuyeke taybet û serbixwe ya Kurd li Sûriyê ye.

 

Daxuyaniya Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka di demekê de ye, ku John Kerry bi xwe pêştir behsa federalîbûna Sûriyê kiribû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst