Xelkê Sinûnê piştî pevçûnan vedigere

06-03-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Şingal (Rûdaw) – Piştî pevçûnên di navbera YBŞê û Leşkerên Rojê de xelkê bajarokê Sinûnê û herêma Xanesora Şingalê vegeriyan û dikan û bazarên xwe vekrin, lê hê jî li cem welatiyên herêmê metirsiya derketina aloziyan heye.

 

Roja Înê 3ê Adara 2017an, di navbera Leşkerê Roj û hêzeke girêdayî PKKê ya bi navê Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) de, li devera Xanesor a girêdayî Sinûnê alozî derketibû.


Nêzîkî 300 malbatan herêmê ji tirsa pevçûnan mal û warên xwe terikandibû û çûbûn herêmên ewle. Ew malbata naxwazin dîsa rûbirûyê pevçûnan bêne.


Kurdê êzidî yê bi navê Mirad Xalef ku ji Şingalê koçber bûye dibêje: “Xelkê me ditirse. Ji me re gotin her tişt teva bû êdî pevçûn dernakevin. Em jî vegeriyan li ser malên xwe. Înşelah dîsa pevçûn dernekevin.”


Oldarî êzidî Îsamîl Behrî jî got: “Bila dilê xwe paqij bigrin. Em dest bidin hev û em Şingalê bikin parêzgeheke Herêma Kurdistanê.”


Piştî 3 girtina dikan û bazaran hêdî hêdî xelk vedigerin herêmê û dikanên xwe vedikin.


Serokerkanê Hêzêza Pêşmerge Cemal Êminkî jî anî ziman: “Cihên ku Hêzên Pêşmerge lê ne, her tişt di bin kontrolê de ye.”

 

Di encama şer de, 7 çekdarên YBŞê jiyana xwe ji dest dan û 20 çekdarên din jî birîndar bûn. Herwiha di heman pevçûnê de, 4 pêşmerge jî birîndar bibûn.

 

Piştî rawestandina şer, fermandeyên Hêza Pêşmerge û PKKê bi hev re civiyan û li ser agirbesteke 24 saetî li hev kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst